556 iraqî ji kampa Holê hatin derxistin

Rêveberiya kampa Holê 556 iraqî ji 170 malbatan pêk tê ji kampa Holê derxistin û ber bi xaka Iraqê ve şandin.

556 iraqî ji kampa Holê hatin derxistin
4 hezîran, 2024   16:42
HESEKÊ

Di çarçoveya hevkariya navbera Rêveberiya Kampa Holê, komîteya ewlehiyê, Komîteya Koçberan a Parlamentoya Iraqê de beşa din a penaberên Iraqê ji 170 malbatan pêk tê hatin derxistin.

Ev beş saet di 14:00ˊan nîvro de bi rêya erebeyan tevî parastinê ji kampa Holê hatin derxistin û ber bi xaka Iraqê ve hatin şandin. Ev beşa sêyemîn e ku malbatên Iraqê ji kampa Holê tên derxistin.

Ev beş ji 556 jin, zarok, mêr û ciwanan di nava 170 malbatan pêk tê de hatin derxistin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derxistina penaberên dixwazin vegerin warên xwe dewam dike.

Li gorî serjimariya dawîn di kampa Holê de 42 hezar û 781 kes hene; ji wan 19 hezar û 530 iraqî û 16 hezar û 779 Sûriyeyî ne, her wiha 6 hezar û 461 kes biyanî ne û 11 jî nasnameyên wan ne diyar in.

(fr)