Rêveberiya Xweser buhaya kirîna ceh diyar kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê buhaya kirîna ceh û navendên wergirtinê diyar kir.

Rêveberiya Xweser buhaya kirîna ceh diyar kir
4 hezîran, 2024   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi biryara /3166/ buhaya kirîna cehê reş û yê spî diyar kir.

Di biryarnameyê de hat diyarkirin ku her kîloyeke cehê reş bi 16 sentan e û ji bo her tonekê 10 dolar lê tên zêdekirin.

Her wiha her kîloyeke cehê spî bi 15 sentan e û ji bo her tonekê 10 dolar lê tên zêdekirin.

Li gorî biryarnameyê navendên wergirtina ceh ev in; Navenda Mêlibiyê li Hesekê û navenda Kebiş li Reqayê. Ev her du jî girêdayî Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ne.

(mh)