Festîvala Wêjeyî ya Firatê di roja duyemîn de didome

Di roja 2'yemîn a yekemîn Festîvala Wêjeyî ya Firatê helbestvan û wêjevanan bi berhemên xwe cihên dîrokî û şarastiya derdora Firatê û hemahengiya çandên li Sûriyeyê diyar kirin.

Festîvala Wêjeyî ya Firatê di roja duyemîn de didome
Festîvala Wêjeyî ya Firatê di roja duyemîn de didome
Festîvala Wêjeyî ya Firatê di roja duyemîn de didome
Festîvala Wêjeyî ya Firatê di roja duyemîn de didome
Festîvala Wêjeyî ya Firatê di roja duyemîn de didome
Festîvala Wêjeyî ya Firatê di roja duyemîn de didome
Festîvala Wêjeyî ya Firatê di roja duyemîn de didome
Festîvala Wêjeyî ya Firatê di roja duyemîn de didome
Festîvala Wêjeyî ya Firatê di roja duyemîn de didome
25 gulan, 2025   23:59
REQA

Yekemîn Festîvala Wêjeyî ya Firatê ya ku ji aliyê Desteya Çandê û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tê lidarxistin, di roja xwe ya 2'yemîn de didome.

Di roja 2'yemîn a festîvalê de beşdar li nav keleha Caber,  wekî cihekî dîrokî û şaristanî yê kevin li herêmê tê naskirin, gerîn.

Êvarê jî belgefîlmek li ser romannivîsê ji Reqayê Îbrahîm El Xelîl hat pêşandan û helbest û kurteçîrok ji aliyê beşdaran ve hatin xwendin.

Kurteçîrok ji aliyê nivîskar Amir Ferso û Necah Îbrahîm ê ji Humsê ve hatin xwendin û helbest ji aliyê helbestvan Feyrûz Reşik, Beşar Kemûn, Umeyme Îbrahîm û Mihemed Hesen ve hatin xwendin.

Di dawiya çalakiyê de stran ji aliyê koma Navenda Çandê ya kantona Reqayê ve hatin pêşkêşkirin.

(mh/fr)

ANHA