Rejîma Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li mamosteyekî birî

Kolber News’ê ragihand ku rejîma Îranê li mamosteyê zanîngehê Nebî Ûmêd ê ji Melekşayê, bi hinceta ‘piştgiriya xwepêşandanên berê hatine lidarxistin’ neh sal cezayê girtîgehê birî.

Rejîma Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li mamosteyekî birî
30 cotmeh, 2026   20:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Kolber News’ê, şaxê yekem ê Dadgeha Îstînafê ya Parêzgeha Îlamê li mamosteyê zanîngehê Nebî Ûmêd ê ji Melekşayê, bi hinceta ‘piştgiriya xwepêşandanên berê hatine lidarxistin’ neh sal cezayê girtîgehê birî.

Her wiha li gor nûçeyê, dadgehê bi tohmeta “hewldanên li dijî ewlehiya neteweyî, civîn û planên li dijî ewlehiya neteweyî û propagandaya li dijî rejîmê” 9 sal cezayê girtîgehê lê birî. Ji wan 9 salan wê 5 sal cezayê girtîgehê were cîbicîkirin.

Têkildarî cezayên din yên li Nebî Ûmêd hatine birîn jî ev agahî hatin parvekirin; “Ji bilî cezayê girtîgehê, ew bi dûrxistina ji Zanîngeha Peyam Nûrî, qedexekirina derketina ji welat, desteserkirina pasaporta wî û qedexekirina ketina wî bo nav Melekşayê hatiye cezakirin.‘‘