Li Reqayê Festîvala 2'yemîn a Wêjeyê dest pê kir

Li Reqayê Festîvala 2'yemîn a Wêjeyê bi dirûşma "Wêje bi pênûsên Sûriyeyê" dest pê kir. Di festîvalê de 51 nivîskar û wêjevanên Sûriyeyî beşdar bûn

Li Reqayê Festîvala 2'yemîn a Wêjeyê dest pê kir
Li Reqayê Festîvala 2'yemîn a Wêjeyê dest pê kir
Li Reqayê Festîvala 2'yemîn a Wêjeyê dest pê kir
Li Reqayê Festîvala 2'yemîn a Wêjeyê dest pê kir
Li Reqayê Festîvala 2'yemîn a Wêjeyê dest pê kir
Li Reqayê Festîvala 2'yemîn a Wêjeyê dest pê kir
Li Reqayê Festîvala 2'yemîn a Wêjeyê dest pê kir
Li Reqayê Festîvala 2'yemîn a Wêjeyê dest pê kir
Li Reqayê Festîvala 2'yemîn a Wêjeyê dest pê kir
Li Reqayê Festîvala 2'yemîn a Wêjeyê dest pê kir
18 mijdar, 2024   22:49
REQA

Bi beşdariya 51 nivîskar û wêjevanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hundirê Sûriyeyê, mêvanên ji Misirê Festîvala 2'yemîn a Wêjeyê li hola Navenda Çandê ya kantona Reqayê bi dirûşma "Wêje bi pênûsên Sûriyeyê" dest pê kir. 

Di festîvalê de endamên Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Çandê ya kantona Reqayê, nûnerên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên Meclisa Rêveber a kantona Reqayê, Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê, nivîskar û helbestvanên kantonê beşdar bûn.

Di festîvalê de hevseroka Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Serfiraz Şerîf bixêrhatina beşdaran kir û got: "Wêjevan Îbrahîm El Xelîl dibêje ˊWêje pîşeya pêxemberan eˋ, ji ber vê gotinê em Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya wan di vê festîvalê de kêfxweş in. wêje peyama hezkirin û aştiyê ye."

Serfiraz wiha domand: "Me hewl da peyama vê festîvalê de peyama hezkirina lihevcivandina tevahî Sûriyeyiyan be. Ji ber wê me diruşma festîvalê ˋWêje pênûsên Sûriyeyêˋ hilbijart. Bi hevkariya komîteyên birêxistinkirinê re em 3 meh in ji bo lidarxistina vê festîvalê dixebitin. Armanca me wêjevan û wêje bi giştî were bipêşxistin."

Li ser nave wêjevanên ji hundirê Sûriyeyê, mamosteyê zimanê Erebî û helbestvanê ji Reqayê Beşar Kemûn axivî û kêfxweşbûna xwe bi lidarxistina festîvalê anî ziman û got: "Ez pir kêfxweş im ku beşdarî vê festîvalê bûme. Bi hezarkirin ji tevahî kesên min dibihîsin re dibêjin êvar baş."

Kemûn wiha domand: "Ez 12 salan li Reqayê jiyam. 12 sal hezkirin. Vaye careke din lê vegerîm."

Piştre nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid û hevseroketiya Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser Murhef El Fehid û Serfiraz Şerîf nivîskar û helbestvan xelat kirin.

Navên kesên hatine xelatkirin wiha ne: nivîskarê kurteçîrokê Cuma Heyder, nivîskara kurteçîrokê yê ji Serêkaniyê Narîman Evdikê û helbestvan Ebod Mexso yê ji bajarê Qamişloyê.

Piştî xelatkirinê belgefîlma bi navê "Çand serkeftina xwe nû dike" ku Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade kiriye, hat pêşkêşkirin. Dûre koma Reqa ya hunerên gelêrî şano, stranên bi zimanê Erebî û Kurdî pêşkêş kirin.

Piştre nivîskar û helbestvanên ji hundir û derveyî Sûriyeyê pîrozbahiyên xwe pêşkêş kirin, ew jî ev in; serokê edîtoriya kovara Şermola Dilşad Murad, helbestvanê li Almanyayê Omer Bozan, nivîskar û helbestvan Mihemed Balî, mamosteyê zimanê Erebî li Zanîngeha Qahîre Mihemed Rifet El Îmam.

Her wiha helbestvan Roz El Mulhim a ji bajarê Safîta yê Sûriyeyê, helbestvan Ruqeye Necar a ji Dêrazorê, helbestvan Ebûd Mexso yê ji bajarê Qamişlo helbestên xwe xwendin. Nivîskar Raman Hesê jî kurteçîroka bi nave "Ode" bi zimanê Kurdî xwend.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku wê festîval 3 rojan bidome. Li gorî komîteya amadekar, sibe semînerek li ser dîroka wêjeya Kurdî dê were dayîn, paneleke diyalogê li ser rola rexneyê di pêşxistina wêjeyê de dê were lidarxistin û helbestên bi zimanê Erebî dê werin xwendin.

Di roja 3'yemîn de helbestên bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî û kurteçîrok bi zimanê Erebî dê werin xwendin û dê fesrîval bi belavkirina xelatan bi dawî bibe.

(mh/fr)

ANHA