QSD: Hewldana ketina çeteyan li gundekî rojavayê Girê Spî hat têkbirin

QSDˋê hewldana ketina çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Ebdokê yê rojavayê Girê Spî yê kantona Firatê têk bir.

QSD: Hewldana ketina çeteyan li gundekî rojavayê Girê Spî hat têkbirin
18 mijdar, 2024   22:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) diyar kir ku hêzên QSDˋê hewlda ketina çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Ebdokê yê rojavayê bajarê Girê Spî yê kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bir. 

Navenda destnîşan kir ku di navbera QSDˋê û çeteyan de şer û pevçûnên dijwar derket, bi wê re gelek çete hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Li gorî navendê, piştî hewldana ketinê hat têkbirin, çeteyên bi çekên giran gund topbaran kir.

(fr)