Li Lubnanê 5 Sûriyeyî hatin qetilkirin

Di êrişên Îsraîlê yên li herêmên cuda yên Lubnanê de 5 penaberên Sûriyeyî hatin qetilkirin.

Li Lubnanê 5 Sûriyeyî hatin qetilkirin
18 mijdar, 2024   22:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişên Îsraîlê yên li dijî herêmên cuda yên Lubnanê de bav û 2 zarokên xwe ji Kobanê yê kantona Firatê, yek ji kantona Minbicê û yek jî ji Hemayê hatin qetilkirin.

Bi wê re hejmara Sûriyeyiyên ji destpêka êrişa 21ˋê Îlona borî de hatine kuştin, di nav de 40 jin û 56 zarok, 233 kes e.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka şerê Xezayê ve, di nav de 93 jin û 55 zarok, bi giştî 249 penaberên Sûriyeyî li Lubnanê hatine kuştin û 240 jî birîndar bûne.

(fr)