Ferhan Dawûd: Lihevkirin gaveke ber bi pêvajoya siyasî ya giştî ve ye

Hevserokê rêxistina PYD’ê ya Hesekê Ferhan Dawûd lihevkirina di navbera QSD û hikumeta demkî de wek gaveke ber bi avakirina pêvajoya siyasî ya giştî ya li Sûriyeyê ve nirxand û got “Divê têkoşîn û seferberî dewam bikin ta armancên tên xwestin bigihêjin serî.”

Ferhan Dawûd: Lihevkirin gaveke ber bi pêvajoya siyasî ya giştî ve ye
3 sibat, 2026   06:40
HESEKÊ
BOTAN HISÊN- HENAR ÎBRAHÎM

Hevserokê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Hesekê Ferhan Dawûd der barê lihevkirina agirbestê û entegrasyona di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ji ajansa me re axivî.

Ferhan Dawûd anî ziman ku lihevkirin, ligel qeyrana ku Sûriyeyê bi giştî tê re derbas dibe û hewldanên hin aliyan ên bi mebesta têkbirina yekitî û ewlehiya herêmê de baş e.

Dawûd diyar kir ku lihevkirin di rewşek wiha de dikarî şer û êrişên qirkirinê yên komên hikumeta demkî yên destekê ji dewleta Tirk a dagirker digirin, yên li ser şêniyan bi dawî bikin. Her wiha anî ziman ku lihevkirinek gaveke ku deriyê diyalogan di navbera her du aliyan de vedike, di heman demê de rêyek e ji bo çareseriyek siyasî ji bo tevahî krîz û pirsgirêkên ku Sûriye pê re rû bi rû ye, da ku pergalek demokratîk a azad were avakirin ku mafên hemî pêkhateyan garantî bike.

Dawûd di dewama axaftina xwe de anî ziman ku eger hikumeta demkî pabendî wê bibe, ev lihevkirin dikare bibe bingeha avakirina lihevkirinên berfirehtir li Sûriyeyê bi taybetî perav û Siwêdayê û got, divê garantiyên navneteweyî hebin da ku pêkanîna lihevkirinê bişopînin.

Hevserokê rêxistina PYD’ê ya Hesekê destnîşan kir ku lihevkirin wê rê li ber kesên dixwazin Sûriyeyê wêran bikin, ewlehiya welat xirab bikin û ji bo berjewendiyên xwe yên taybet li ser hesabê xwîna Sûriyeyan kar dikin, bigire.

Dawûd berxwedana QSD, YPJ û Asayîşê, gelê Kurd ê Rojava, Kurdistanê û dîasporayê ya li hemberî êrişan silav kir û ev li gotinên xwe zêde ki: "Peymana hatî îmzekirin ne ji lawaziya aliyan tê, lê di şeran de  divê em serkeftin, binkeftin, komkujî û jensidan jî bînin ber çavê xwe."

Frehan Dawud îşaret pê kir ku lihevkirin xwestekên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih nayne, lê dikare bibe bingehek ku armanc li ser wê bêne avakirin, lewre jî banga domandina berxwedanê û seferberiya giştî li gelê Rojava û tevahiya Kurdên li cîhanê kir.

(b)

ANHA