Şêniyên Hesekê: Em ê têkoşînê berdewam bikin

Şêniyên Hesekê bal kişand ser girîngiya berdewamiya derketina kolanan û domandina seferbereya giştî ji bo misogerkirina mafên gelê Kurd di destûrê de.

Şêniyên Hesekê: Em ê têkoşînê berdewam bikin
3 sibat, 2026   02:45
HESEKÊ
HINAR ÎBRAHÎM – BOTAN HISÊN

Kurdên li Rojava ji roja ragihandina seferberiya giştî ya di 16`ê Çileyê de, herêmên xwe diparêzin. Şêniyên li Hesekê peymana ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî de hatiye îmzekirin erênî nirxandin û dan zanîn ku peymanê Kurd ji zilm û neheqiyê parastin.

Şêniyê bi navê Xurşîd Qero got: “Şoreşa me berdewam dike heta ku hemû mafên gelê Kurd bi dest bikevin. Em li pişt hêzên xwe yên Kurd in û xwîna şehîdên xwe bernadin. Em hêvî dikin ku hemû parêzvanên mafên mirovan ên li çar aliyên cîhanê piştgiriyê bidin Kurdan û wan ji zilm û neheqiyê biparêzin.”

Xorşîd Qero diyar kir ku divê Kurd li pişta hev bin û xwepêşandan û meşên xwe yên jib o mafên xwe bidomînin, da ku dengê xwe bigihînin Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî. Qero hişyarî da ku nebûna yekîtîya Kurdan dê bibe sedema asîmîlekirina wan li ser destê dewletên kapîtalîst.

Dr. Ebdulxenî Şwêş jî got: "Piştî ragihandina seferberiya giştî ji alîyê Rêveberiya Xweser ve, hemû Kurd li kêleka hêzên xwe yên leşkerî rawestiyan da ku herêm û bajarên xwe ji êrişên hovane yên hikûmeta demkî biparêzin. Em ê nesekinin heta ku em hemû mafên xwe yên siyasî û çandî yên ku ji me hatine standin, bi dest bixin.”

Dr. Şwêş diyar kir ku şoreşa Rojava, tevû hemû zehmetiyên jî, kurd li ser yek daxwaz û helwestê kirin yek û ji hemû cîhanê re îspat kir ku daxwaz û mafên Kurdan yek in.

Şêniyê bi navê Mihemed Haco peymana di navbera QSD`ê û hikumeta demkî de wekî peymaneke erênî bi nav kir û da zanîn ku peymanê Kurd ji zilm û neheqiyê parastin.

Haco wiha pê de çû: “Şoreşa Rojava nesekiniye û li vir jî wê nesekine. Hemû Kurd, ji kal û pîran bigire heta zarok û ciwanan, ji bo parastina herêm û bajarên Kurdan, tev li seferberiya giştî bûn.”

Haco destnîşan kir ku Rojava li hemû beşên Kurdistanê û di nav partiyên cuda yên Kurd de bûye sembola yekitiya Kurdan. Her wiha destnîşan kir ku gelek kes ji deverên cuda yên Kurdistanê ji bo parastinê hatin Rojava.

Haco di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanên li derveyî welêt kir ku tev li şoreşa Rojava ya berdewam bibin û diyar kir ku hêviyên wan mezin in ku dê şoreş bi ser bikeve û Kurd mafên xwe yên çandî û siyasî bi dest bixin.

(k)

ANHA