Li Nexweşxaneya Hesekê ji ber kêmbûna dermanan tedawî nayên kirin

Derman li Nexweşxaneya Gel a Hesekê kêm bûne û ji ber vê yekê nexweşên talasemya û gurçikan nikarin tedawî bibin.

3 sibat, 2026   05:25
HESEKÊ
BOTAN HISÊN-HENAR IBRAHÎM

Li Nexweşxaneya Gel Hesekê ya kantona Cizîrê derman gelekî kêm bûne. Ew li gorî derfetên xwe nexweşan pêşwazî dike û wan tedawî dike.

Rêveberê Nexweşxaneya Gel a Hesekê bijîşk Salar Ebulwehab Ebdullah agahî da ku derman ji bo nexweşiyên talasemya, penceşêrê û şûştina gurçikan gelekî kêm bûne û ew gelekî zehmetiyan dikişînin. Her wiha anî ziman ku ji ber dorpêçê û êrişan ew nikarin van dermanan peyda bikin û wiha berdewam kir: “Pêdiviya me bi derziyên cerahî, dermanên bencê xwînê heye. Ji bo ku nexweşxane xebatên xwe berdewam bike û nexweşan pêşwazî bike, pêdiviya me bi dermanan heye.”

Dr. Salar Ebdullah di berdewama gotinên xwe de diyar kir ku qutbûna elektrîkê bandor li xebatên nexweşxaneyê dike û wiha got: “Ji ber elektrîk qut dibe em nikarin oksîjenê bidin nexweşan, emeliyatên cerahî çêkin û pêşwaziya nexweşan bikin.”

Piştî ku bendava Firatê kete destê hikumeta demkî ya Sûriyeyê, elektrîk li ser bajarên Rojava hat qutkirin, niha pêdiviya nexweşxaneyan bi jeneratoran heye.

Dr. Salar Ebdullah got li nexweşxaneyê tenê jeneratoreke elektrîkê heye û wiha dewam kir: “Herî kêm pêdiviya me bi 2 jeneratorên elektrîkê heye, ji bo ku em stasyona oksîjenê bixebitînin û kesên nexweşiya talasemya bi wan re heye pêşwazî bikin.”

Ebdullah di dawiyê de got ew li gorî derfetên xwe nexweşan pêşwazî dikin û wan tedawî dikin.

Nexweşxaneya Gel a Hesekê xizmeta zêdetirî milyon û nîv şêniyan dike û rojane pêşwaziya hezar nexweşî dike.

ANHA