Di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di encama êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê  ya di navbera bajarokên Şedadê û Merkedayê yên kantona Cizîrê de, endamekî wan şehîd bûye û 2 jî birîndar bûne.

Di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
6 kanûn, 2024   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê diyar kir ku piştî êrişên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Sûriyeyê ku bûne sedema telihevî, wêranî û koçberiyê û çeteyên DAIŞ`ê ji vê rewşê sûdê wergirtin, pê re jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgera xwe zêde kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku çeteyên DAIŞ`ê, îro li herêma navbera di bajarokên Şedadê û Merkedayê de, êrişek li dijî dewriyeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk anî, di encamê de endamekî wan şehîd bû 2 jî birîndar bûn.

Di berdewama daxuyaniyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji malbata şehîd û şîfa ji birîndaran re xwest.

Hêzên Elekariya Hundirîn di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civata navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe pêk bîne û piştgiriya têkoşîna wan a li dijî terora bike.”

(k)