‘Ez ji girtîgehê azad bûm, lê beşek ji min li cem Nesîm, Pexşan û Werîşe ma’

Rojnamevan Dîna Qalîbaf ya ku demekê di girtîgehê de li gel girtiyên jin ên siyasî yên Kurd Nesîm, Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî dimîne wiha dibêje: Piraniya şevan ez xewnên tevlihev dibînim. Di xewna min de asîman ji çiyayên girtîgeha Êvînê zelal tê dîtin. Di xewna min de, gava ez diketim hewşê, wekî roja yekem ez bi Pexşan û Nesîmê re volêybolê dilîzim. Werziş hişê herkesî bêhtir aram dike, hişê Nesîmê ji hemûyan zêdetir.

‘Ez ji girtîgehê azad bûm, lê beşek ji min li cem Nesîm, Pexşan û Werîşe ma’
1 tebax 2024   12:08
NAVENDA NÛÇEAYN

Nivîsa Rojnamevana Îranî Dîna Qalîbaf ya ku demekê di girtîgehê de li gel girtiyên jin ên siyasî yên Kurd Nesîm, Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî mayî di Rojnewsê de hatiye weşandin.

Dîna Qalîbaf di nivîs xwe da wiha dibêje:

Ez di xewna xwe de dîsa êşa rûviyê dijîm, lê Werîşe li ser serê min dibînim ku bi zeyta zeytûnê zikê min mesaj dike. Tevgera dayîkane ya Werîşe di hişê min de hatiye çespandin û tu kes nikare wê jê bibe. Carinan di xewn de ji ber hêrsê ez digirîm; rûyê Werîşe tê bîra min ku roja ku azadiya min xwendin, nobedaran li ser serê wê girt û destê wê badabû.

Wê rojê, piştî ku me Werîşe, ya ku tûşî streseke giran bûbû, bir ser nivîna wê, ji ber hêrsê ez li hewşa girtîgehê dimeşiyam û min difikirî ka ez çiqas dikarim çûyîna xwe dirêj bikim, da ku ez piştrast bibim ku rewşa Werîşê baştir bûye û ezabê wijdanê destên xwe ji gewriya Semaneyê hilanîne?

Di xewna min de ez bi telefonê bi dayika xwe re diaxivim. Ez jê re dibêjim ku em xwarina girtîgehê naxwin, ji ber ku her car Nesîm hêrs dibe, ew xweştirîn qorme sebziya dinyayê çêdike. Ez ji girtîgehê azad bûm, lê her carê ku ez bi xewnên xwe, xwe dîsa di girtîgehê de dibînim, gotina Nesîmê di guhê min de dizivire: “Parêzer got ku dadger şûr ji kalan kişandiye, dixwaze biryara îdamê bide.”

Ez ji girtîgehê azad bûm, lê ji wê rojê ve di xewnên tevlihev ên şevane de ez Pexşanê dibînim ku li ber masa pîng pongê peykerê ‘dayikê’ bi destên xwe şikil dide, em volêybolê dilîzin û ew cara yekem navê ‘Şîler’, wê jina qehreman a Kurd, bi min dide nasîn. Jineke ku berî hevdîtina bi Pexşanê re min navê wê jî nebihîstibû û paşê min fêm kir ku çîroka bi keder a heman jina Kurd bû ku jinên Kurdistanê ji bo Jînayê şand kolanan.

Ez ji girtîgehê azad bûm, lê beşek ji min li cem Nesîm, Pexşan û Werîşe ma. Li hewşa girtîgehê ji dûr ve Pexşanê temaşe dike ku alîkariya keça cihû dike ya ku ji nexweşiya epilepsiyê êş dikişîne; tevî hemû cudahiyên ku di nêrînên wan de hene. Beşek ji min her tim di fikra mirinê de û di têkoşîna li dijî îdamê de ma, bi Pexşanê re di bêdengiyê de û ji bo Werîşe greva birçîbûnê kir û niha ji bo tenê gunehên hevalbendan ên wek ‘Beşek ji min her tim di fikra mirinê de.