Êrişên Îsraîlê yên li Lubnanê: 9 kuştî

Hate ragihandinê ku di êrişên Îsraîlê yên vê sibehê yên li ser bajarokê Kerek ê herêma Bîaqê ya rojhilatê Lubnanê  de 9 kes hatin kuştin û zêdetirî 10 kes birîndar bûn.

Êrişên Îsraîlê yên li Lubnanê: 9 kuştî
26 îlon, 2024   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyayên Lubnanê, artêşa Îsraîlê di saetên destpêkê yên vê sibehê de  li bajarokê Kerek ê herêma Bîaqa ya li rojhilatê Lubnanê da. Hat diyarkirin ku di encama êrişê de 9 kes hatin kuştin û zêdetirî 10 kes birîndar bûn.

Hate zanîn ku Îsraîlê barbanga îro bajarokên Yehmer, Semher û Libaya yên Bîqa Rojava û devera Erîd Debîn a li navçeya Merceîyûn jî kire hedef.

Ji roja duşemê û vir ve Îsraîlê ji bejahî û hewayî êrişî Lubnanê dike. Di encama van êrişan de zêdetirî nîv mîlyon kes ji cih û warê xwe bûne. Îsraîlê îdia dike ku ew li baregehên Hizbullahê dide.

(bb)