Rojnameyên Erebî êrîşên dewleta Tirk a dagirker kirin rojev

Rojnameyên erebî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şerê li Xezayê nivisîn.

Rojnameyên Erebî êrîşên dewleta Tirk a dagirker kirin rojev
15 ÇILE, 2024   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê nûçeyeke bi sernav "Erdogan mijulbûna cîhanê bi Xezayê bi kar tine û şerê li dijî kurdan firehtir dike" parve kir. 

Rojname û dezgehên girêdayî hikumeta Şamê tenê cihên hatine hedefgirtin bi bîr xistin ku noqteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Debane yê başûr rojhilatê Qamişloyê hate bombebarankirin û di encamê de 5 leşkerên hatin kuştin.

Rojnameya El Watan a girêdayî hikumeta şamê jî ragihand ku "di êrişa balafireke bê mirov û bi çek a dewleta Tirk li dijî noqteyeke leşkerî ya artêşa Sûriyeyê ya li gundê Zebane yê gundewarê Qamişloyê kiriye hedef."

RAGEŞIYA DI NAVBERA AMERÎKA Û ÎSRAÎLÊ ALOZIYA LI XEZAYÊ GIRÊTKIR DIKE

Li gor rojnameya Şerq El Ewsat 100 roj di ser şerê Xezayê re derbas bû, li gel wê rageşiya di navbera Amerîka û Îsraîlê de têkildarî danûstandina wê bi şer re zêde bû, ev jî rêyên bidawîkirina aloziyê ku Washington bi tirs e li herêmê firehtir bibe, asteng dike.

Rojnameyê di nûçeya xwe de cih da agahiyên ku rayedarên Amerîkî yekşemê aşkera kirine ku "êdî sebra serok Joe Biden li hember serokwezîrê Îsraîlê Benjemîn Netanyahu nemaye."

Malpera nûçeyan a Axios ku agahiyên xwe dispêre hin rayedaran, Biden û rêveberiya wî bedbîn in ji ber ku Netanyahû  piraniya pêşniyarên ku Washingtonê ji bo şerê Xezayê kirine, red kirin û ji zêdetirî 20 rojan ve Biden bi Netanyahû re neaxiviye.

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre heman rayedaran diyar kirin ku serokê Amerîkayê, ji destpêka şer ve di aliyê leşkerî û dîplomasî de piştgiriya Îsraîlê kiriye û ji ber wê beşeke mezin a alîgirên xwe ji dest daye.

(şx)