Li Dirbêsiyê holeke dawatan hate bombebarankirin

Dewleta Tirk a dagirker holeke dawatan li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê bombebaran kiriye.

Li Dirbêsiyê holeke dawatan hate bombebarankirin
15 ÇILE, 2024   10:03
HESEKÊ

Nûçegihanên me ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker li gundê Etêşan ye hola Diloyav ya rojavayê navçeya Dirbêsiyê bombebaran kiriye.

Lê belê agahiyên der barê encamên bombebaranê de nehatin bidestxistin.

Artêşa Tirk ji 13`ê Çileyê ve êrişên xwe yên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Di wan êrişan de navendên xizmetguzariyê, tenduristiyê, sivîl û petrolê dike hedef.

(şx)

ANHA