Li Pakistanê êrişa xwekujî: 14 kes hatin kuştin

Li herêma Xyber Pakhtunkhwa ya Pakistanê di encama êrişeke xwekujî de 14 kes hatin kuştin.

Li Pakistanê êrişa xwekujî: 14 kes hatin kuştin
2 tebax, 2026   22:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku li herêma Kabalê ya parêzgeha Xyber Pakhtunkhwa ya bakurê rojavayê Pakistanê êrişeke xwekujî li pêşiya qereqola Polîsan hat kirin. 

Li gorî Reutersê ku agahiyên xwe dispêre berpirsên ewlehiyê, di êrişê de êrişkar, 5 polîs û 8 sivîl hatin kuştin û 18 kes birîndar bûne.

Piştî bûyerê polîsan operasyoneke ewlehiyê da destpêkirin.

(bb)