Endamekî Wezareta Parastinê li gundewarê Şamê hat kuştin

Endamekî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê di encama êrişa çekdarên nenas de hat kuştin.

Endamekî Wezareta Parastinê li gundewarê Şamê hat kuştin
21 cotmeh, 2026   19:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamekî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê duh di encama êrişa çekdarên nenas de li Xûtaya Xerbî ya Şamê hat kuştin. 

Li gorî SOHR‘ê, endamê hatiye kuştin ji bajarokê Otaya ya Xûtaya Şerqî  ya gundewarê Şamê ye.

Agahiyên der barê nasnameya êrişkar û sedema êrişê de nehatin ragihandin.

(bb)