Emced Emînî: Mafê me ye em keça xwe bi merasîmekê bi bîr bînin

Bavê Jîna Emînî ragihand ku mafê wane ku her sal bi merasîmekê li gorî kevneşopî û rêgezên olî keça xwe bibîrbînin. Ger wek sala borî rejîma Îranê astengî dernexîne, wê roja yekşemê merasîmek were lidarxistin.

Emced Emînî: Mafê me ye em keça xwe bi merasîmekê bi bîr bînin
13 îlon, 2024   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Salvegera qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirina Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya 16’ê Îlona sala 2022’yan ku li seranserê cîhanê belavbûyî, nêz dibe. Di vê çarçoveyê de bangên ji bo grevên giştî û çalakiyên bi boneya 2’emîn salvegera şoreşê berdewamin.

Bavê Jîna Emînî Emced Emînî, têkildarî lidarxistina merasîma duyemîn salvegera qetilkirina keça xwe ji aliyê rejîma Îranê ve, ji bo Radiyoya Ferda axivî.

Emced Emînî ragihand ku ger hikûmeta Îranê wek sala borî zorî û astengî dernexe, li ser pêşniyarên gel wê roja yekşemê (15’ê Îlonê) merasîma salvegera qetilkirina keça xwe li dar bixin.

Di dewama axaftina xwe de Emced Emînî wiha got: “Em malbata Jîna Emînî, wek her malbateke Îranî ya dilgiran, hez ji kesûkarên xwe yên koçkirî dikin û mafê me heye ku merasîmên li gorî kevneşopî û bîranînên olî yên salane ji bo keça xwe li dar bixin.”

Hêjayî gotinê ye ku sala borî rejîma Îranê bi armanca rêgirîkirina merasîma bîranînê ya Jîna Emînî, hemû rêyên diçin Goristana Ayiç ya li Seqîz ku gora Jîna Emînî lêye, girtibû.