Li Ezazê zarokek hat revandin

Çeteyên ′Cebhet El Şamiye′ li bajarê Ezazê yê dagirkirî zarokekî 15 salî revand.

Li Ezazê zarokek hat revandin
13 îlon, 2024   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çeteyên ′Cebhet El Şamiye′ roja duşemê (9′ê Îlonê) zarokê bi navê Mistefa Felah (15) ê ji gundewarên Şamê li bajarê Ezazê yê dagirkirî revand û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Çavkanî anî ziman ku, piştî hat diyarkirku ′Cebhet El Şamiye′ plan dike ku zarok bişîne herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de,bavê zarok ji bo dîtina kurê xwe û zanîna aqbûeta wî banga alîkariyê kir.

Li herêmên Sûriyeyê yên ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin ewlehî û qanûna tune ye û qanûna daristanê serwer e.

(fr)