‘Em ê heya pêkanîna edalet û azadiyê li qadan bin’

Jinan diyar kir ku jin dê bi felsefeya "Jin Jiyan Azadî" mafên xwe biparêzin û heya demokrasî, edalet û azadî pêk neyê dev ji têkoşîna xwe bernadin.

‘Em ê heya pêkanîna edalet û azadiyê li qadan bin’
2 adar, 2026   02:45
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Rêber Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê di salvegera yekemîn a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, peyameke nû bi rê kiribû, di vê peyamê de behsa rola jinan jî kiribû. Jinên ji bajarê Hesekê û Efrînê têkildarî peyama Rêber Abdullah Ocalan û rola jinan di demokrasî û azadiyê de ji ajansa me re axivîn.

Xalîde Botî diyar kir ku peyama Rêber Abdullah Ocalan cihê şanaziyê ye û wiha got: “Jin divê rola xwe di nava civakê de bilîze. Ji ber ku jin bingeha vê civakê ne. Bê jin civak nikare sîstema xwe ava bike. Jin xwedewan ku bi hezaran salan li hemberî hişmendiya bavksalarî û desthildariyê serî netewadiye û her tim têkoşîn kiriye. Divê jin rola xwe di nava civakê de xurtir bike û têkoşîna xwe ya li hemberî desthildariyê xurtir bik. Jin dikarin azadiyê û demokrasîyê di nava civakê de pêk bîne.”

Xalîdeyê destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de rol û mafên jinan di destûra Sûriyeyê de tên paşguhkirin û axaftina xwe domand: "Tenê karê malê weke erkekê ji jinan re dibîne. Lê belê jinên azad û berxwedêr dê bi fesefeya ’Jin Jiyan Azadî’ mafên xwe bi dest bixin û ji bo vê yekê jî em ê her di nava têkoşînê de bin. Heya ku demokrasî û azadî pêk neyên em ranawestin.”

Cîhan Xalid peyama Rêber Abdullah Ocalan ji bo jinan wek "mîraseke ku jin bikarin li hemberî desthildariyê têkoşîna xwe xurttir bikin" bi nav kir û got: “Tu kes nikar mafên jinan binpêk bike, ji ber ku jin li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe perwerde kirine. Jinan xwe giha tevahî jinên cîhanê û bi felsefeya Rêber Apo dikin mafên xwe bi dest bixin. Wê bi azadiya jinan pêvajoya aştiyê bi ser bikeve.”

Gulê Mihemed jî destnîşan kir ku jin di vê pêvajoyê de rastî gelek êrişan tên û axivî: “Di nava civakê de her tim êriş li ser jinan hene. Jin bingeha civakê û malbatê ne. Eger jin nebe, civak û malbat jî nabin. Lê di sîstema kapîtalîzmê de dixwazin vîna jinan a di şoreşê de têk bibin. Rêber Apo zêdetir girîngiyê dide jinan.  Lê sîstemên kapîtalîst dixwazin jinan tune bikin. Lê em weke jin wê tu dewleta nikaribe be vîn me bişkîne. Em her tim li derdora ramanên Rêber Apo kom dibin. Banga me di vê rojê de ji bo tevahî jinan ku ji bo mafên xwe li qadan bin.”

(bb)

ANHA