Şêniyên Hesekê: Bi yekitiyê dê planên dijmin têk biçin

Şêniyên bajarê Hesekê diyar kir ku divê yekitiya neteweyî ya kurdî wekî vebijêrkeke stratejîk li hemberî pirsgirêkên li tevahiya Kurdistanê were pêşxistin.

Şêniyên Hesekê: Bi yekitiyê dê planên dijmin têk biçin
2 adar, 2026   05:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Şêniyên bajarê Hesekê diyar kir ku yekitiya neteweyî ji bo misogerkirina mafan û hebûna gelê Kurd li hemberî xetereyan bûye pêwîstiyek.

Remedan Fetah got: "Guhertinên mezin li Rojhilata Navîn û cîhanê çêdibin, yekitiya neteweyî ya kurdî girîng û pêwîst e."

Remedan Fetah bal kişand ser êrişên li dijî Rojava û got: "Armanc ji van êrişan qirkirina Kurdan bû, lê yekitiya Kurdan û hatina ciwanan ji deverên din ên Kurdistanê û tevlêbûna wan a berxwedan, her wiha serhildana Kurdan a li cîhanê hêza da gelê Kurd û bû sedema hebûna Kurdan li ser vê axê."

Fetah îşaret pê kir ku divê kongreyeke neteweyî ya kurdî were avakirin û bal kişand ser pirsgirêkên li hemberî Kurdan li Başûr, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê û got: "Ji ber vê yekê ji me tê xwestin ku em doza Kurdistaneke azad bikin û li hemberî zehmetiyan bibin yek."

‘YEKITIYA KURDÎ DÊ KOMPLOYAN TÊK BIBE’

Şêniya bi navê Rîma Mehmûd jî bi bîr xist ku Kurdan şerê terorê kir û cîhan parast, lê civaka navneteweyî li hemberî berdêlên ku Kurdan dane bêdeng e, lew ra divê Kurd li ser asta Kurdistanê yekitiya xwe çêkin.

Rîma Mehmûd bi got: "Bi avakirina yekitiya Kurdî dê tevahî komployên li ser Kurdan têk biçin û dê tu kes nikaribe hebûna wan li ser axê tune bike."

‘YEKITÎ NÎŞANA SERKEFTINÊ YE’

Şêniyê bi navê Mihemed Emîn diyar kir ku yekitiya kurdî misogeriya serkeftinê ye û yên ku ji xeta yekitiya kurdî derdikevin vê yekitiyê xirab dikin. Emîn anî ziman: "Em di rêya yekiya kurdî de dimeşin. Xwîna şehîdan hişt ku em bibin yek."

Mihemed Emîn di dawiya axaftina xwe de got: "Gelê me ji dijminê me mezintir e û ber bi yekitiyê ve diçe. Em di van rojên pîroz de hêvî dikin ku her kurdek helwesta xwe ragihîne û rola xwe di yekitiyê xwe û yekitiya bi pêkhateyên din re bi cih bîne."

(bb)

ANHA