Îranê êrişî baregeha Selam a li Îmaratê kir

Wezareta Parastinê ya Îmaratê ragihand ku Îranê êrişî baregeha Selam a li Ebû Debî kir û şewat derket.

Îranê êrişî baregeha Selam a li Îmaratê kir
1 adar, 2026   20:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Îmaratê daxuyand ku Îranê êrişî baregeha Selam a Ebû Debî kir, di encamê de şewat derket.

Wezaretê diyar kir ku "Îro 2 dronên Îranî depoyek li baregeha Selam a Behreynê li Ebû Debî bombebaran kir, di encamê de şewat li 2 sendoqên madeyên depokirî çêbû. Tîmên pispor hewl da şewatê kontrol bikin."

Wezaretê bi tundî ev êriş şermezar kir û ragihand ku binpêkirina serweriya neteweyî û qanûna navneteweyî ye û mafê wê yê bersivdanê heye.

(fr)