‘Gava yekemîn a serxistina pêvajoya aştiyê azadiya Rêbertî ye’

Jinan diyar kir ku desthilata Tirk heya niha der barê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan de tu gavên şênber neavêtine û got ji bo rêvebirina pêvajoya aştiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêdiviyek e.

‘Gava yekemîn a serxistina pêvajoya aştiyê azadiya Rêbertî ye’
17 gulan, 2025   02:35
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

27’ê Sibata îsal Rêber Abdullah Ocalan ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) banga Rêber Abdullah Ocalan bersivand, di navbera 5-7’ê Gulanê kongreya xwe 12’an li dar xist. Kongreyê avahiya rêxistinî ya PKK'ê fesix kir, têkoşîna çekdarî û karên bi navê PKK'ê têne kirin, bi dawî kirin.

Jinên ji bajarê Dirbêsiyê der barên banga Rêber Abdullah Ocalan û helwesta dewleta Tirk de nêrînên xwe anîn ziman.

Fatima Keleş diyar kir ku tevî bang domdar ên aştî û civaka demokratîk ên ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve têne kirin, lê dewleta Tirk a dagirker êriş û siyasetên xwe yên çewisandinê li dijî gelên herêmê didomîne.

Fatima Keleş anî ziman ku dewleta Tirk pabendî peymanên aştiyê nebûye û tu gavên cidî neavêtiye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Tevî ku partî, hêzên demokrat û gelê herêmê yê azadîxwaz di çarçoveya pêvajoya aştiyê de gav avêtine, lê dewleta Tirk a dagirker hîna neketiye tevgerê. Ev yek jî pirsên cidî li ser niyetên wê yên rasteqîn ên li hemberî pêvajoyê derdixe holê.”

Fatima Keleş di dawiya axaftina xwe de banga aştî û demokasiyê li tevahiya gelan kir û got: "Em şer naxwazin. Di di wê baweriyê de ne ku gava yekemîn a bingehîn a serxistina pêvajoya aştiyê bi azadkirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêkan e. Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were da ku rola xwe di rêvebirina pêvajoyê de pêk bîne.”

Nesrîn Elî jî bi bîr xist ku heya niha dewleta Tirk bersiva banga Rêber Abdullah Ocalan nedaye û ev tişt diyar kir: “Tevî ku PKK’ê rawestandina têkoşîna çekdarî îlan kiriye, lê dewleta Tirk êrişên xwe li ser çiyayên Kurdistanê didomîne. Ev jî îdiayên wê yên nakok ên li ser aştiyê îsbat dike.”

Nesrîn Elî destnîşan kir ku eger dewleta Tirk di niyeta xwe de durist be, bila gavên şênber biavêje ku baweriya gelên herêmê qezenc bike û got: "Li gel berdewama siyasetên şer û girtinê ne mimkun e behsa aştiyê were kirin.”

Nesrîn Elî anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahiya civakî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevî ku dema qanûnî ya darizandina Rêbertî bi dawî bûye, lê dewleta Tirk ragirtina wî didomîne. Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gava pêşîn a ber bi aştî û edaleta rasteqîn li herêmê be.”

(bb)

ANHA