Kampanyaya ‘Mafê Diyarkirina Çarenûsê’; sed hezar îmze hatine komkirin

Berpirsên kampanyaya "Mafê Diyarkirina Çarenûsê" ya ji bo Siwêdayê ragihand ku zêdetirî sed hezar îmze hatine komkirin.

Kampanyaya ‘Mafê Diyarkirina Çarenûsê’; sed hezar îmze hatine komkirin
20 îlon, 2025   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

14’ê Îlonê kampanyaya "Mahê Diyarkirina Çarenûsê" ji bo Siwêdayê li ser medyaya dîjîtal dest pê kiribû. Di 17’ê Îlonê de jî li bajar û bajarokên Siwêdayê jî komkirina îmzeyan ji şêniyan dest pê kiribû.

Berpirsên kampanyayê diyar kir ku komkirina îmzeyan bi dawî bûye û destnîşan kir ku zêdetirî sed hezar îmze hatine komkirin. Berpirsên kampanyayê got, dê dest bi merheleya kontrolkirina îmzeyan bikin, piştre dê hejmara zelal a dawîn ragihînin.

Li gorî berpirsan, encamên kampanyayê dê ji saziyên navneteweyî re werin şandin.

(bb)