Kobanê; sembola berxwedanê ya cîhanê

Beriya 12 salan Kobanê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû wêrankirin. Lê niha ev bajar li seranserî cîhanê wek sembola berxwedanê tê naskirin. Ferhan Hec Îsa diyar kir ku niha Kobanê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ye, ji ber vê yekê hewcedarî bi piştgiriya navneteweyî heye.

Kobanê; sembola berxwedanê ya cîhanê
31 cotmeh, 2026   04:00
KOBANÊ

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Herêma Kobanê Ferhan Hec Îsa der barê Roja Kobanê ya Cîhanê de ji ajansa me ra axivî û wiha got: “Em derbasî 13 saliya Roja Kobanê ya Cîhanê dibin. Ez di serî de van rojan li fedakarên berxwedana Kobanê, nemirên ku bajarê Kobanê li tevahî cîhanê da nasîn, pîroz dikim.”

‘DI PAXILA KOBANÊ DE ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ BÛN YEK’

Ferhan Hec Îsa got: “Êrişa ku çeteyên DAIŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an de ji 3 aliyan ve anî ser Kobanê, ji êrişên wê yên herî mezin ên li Sûriye û Iraqê bû ku bi hezaran çete tê de beşdar bûn. Lê ji çar parçeyên Kurdistanê ciwanên Kurd berê xwe da Kobanê, li hemberî çeteyên DAIŞ`ê berxwedaneke dîrokî kir. Ev berxwedan bi yekitiya neteweyî ya şervanên YPG û YPJ’ê ku 134 rojan berdewan kir, çeteyên DAIŞ`ê li Kobanê têk birin.

Piştgiriya ku li Kobanê hate kirin, yekitiya kurdî pêk anî û Kobanê bû bajarekî cîhanê, ji ber ku di berxwedana Kobanê de şoreşgerên enternasyonal jî cihê xwe digirt.”   

‘KOBANÊ BÛ ENIYA HÊZÊN HEZKIRIYÊN CÎHANÊ’

Ferhan Hec Îsa ev li gotinên xwe zêde kir: “Fedakariya gelê Kurd ku li Kobanê kir, deng veda û ew dengvedan bi piştgiriya 1`ê Mijdarê hat çêkirin, zêdetirî 70 dewletên cîhanê di wê rojê de bûn yek û piştgiriya xwe ji bo Kobanê nîşan da. Her wiha Kobanê bi berxwedana xwe li seranserî cîhanê hate naskirin û 26`ê Çileya 2015’an de ji çeteyan rizgar bû.”

KOBANÊ DI NAVA PÊVAJOYA ENTEGRASYONÊ DE YE

Ferhan Hec Îsa têkildarî Peymana 29`ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de jî wiha got: “Ev pêvajo wek qonaxeke dîrokî û qonaxeke rasteqîn ji bo bidawîkirina nakokiyên leşkerî û yekkirina saziyên dewletê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê tê hesibandin.”

Ferhan Hec Îsa di dawiya axaftina xwe diyar kir ku niha li ser Kobanê metirsî heye, ji ber vê jî careke din piştgiriya cîhanê hewce ye.

(ct-k)

ANHA