‘Divê rewşenbîr rêya yekitiyê bi hêztir bikin’

Endama HRRK’ê Şepal Seîd Yusif diyar kir ku yekitî hêviya gelê Kurd e, di vir de rola rewşenbîran pir girîng e, ew hêvî dikin ku wek rewşenbîr rêya yekitiyê bi hêztir bikin. Nivîskar Hisên Ehmed jî got “Ji bo yekitiyê divê em destê xwe bidin hev.”

‘Divê rewşenbîr rêya yekitiyê bi hêztir bikin’
2 nîsan, 2026   03:45
QAMIŞLO

Di vê pêvajoyê de ku êriş li ser gelê Kurd tên kirin, bangên ji bo yekitiya Kurdan jî zêde dibin. Aliyên siyasî yên Kurd jî van bangên gelê Kurd dibihîzin û hewl didin bibin bersiv. 

Rewşenbîrên ji Rojavayê Kurdistanê jî pêwîstiya yekitiyê tînin ser ziman û bang li rewşenbîrên Kurd dikin ku pênûs û hestên xwe bikin xizmeta yekitiyê.

Endama Desteya Rêveber a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Şepal Seîd Yusif diyar kir ku yekitiya Kurdan xewna tevahiya gelê Kurd e û wiha axivî: “Di vir de rola rewşenbîran pir girîng e. Gelê Kurd gelek ked û şehîd dane. Hîna gelek ji qada siyasî re divê ku yekbûnekê çêkin. Bi baweriya min di rêya rewşenbîriyê de, di rêya fikrê azad de, bêyî tirsa ji partiyan, em bikarin fikrên xwe bînin ser ziman. Em hêvî dikin ku wek rewşenbîr jî em vê rêya yekitiyê bi hêztir bikin.”

Berpirsyarê Yaneya Peyva Azad û nivîskar Hisên Ehmed jî rola yekem a avakirina yekitiyê jî wek rola rewşenbîran dît û got: “Di tevahî deman de yekitî ji bo Kurdan pêwîst e. Em Kurd bi hacetî yekitiyê ne. Ji ber ku dijmin ji hemû aliyan de êrişî Kurdan dikin. Li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilat. Da ku bikarin li hember dijmin bisekinin, divê em destê xwe bidin hev.”

(bî)

ANHA