Dîsa dadgehkirina Pexşan Ezîzî hat redkirin

Parêzerê girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî, Mazyar Tatayî ragihand ku dadgeha Îranê daxwaza dubare ya dadgehkirina Pexşan Ezîzî red kir.

Dîsa dadgehkirina Pexşan Ezîzî hat redkirin
6 nîsan, 2025   19:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerê girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî, Mazyar Tatayî li ser hesabê xwe X’ê ragihand ku dadgeha Îranê dubare daxwaza dadgehkirina Pexşan Ezîzî ya cara duyem red kir.

Mazyar Tatayî diyarkir ku dadgeha Îranê bêy ku li dosya Pexşan Ezîzî temaşe bike, parastina parêzeran ‘neguncaw’ bi navkir û daxwaza dubare dadgehkirinê red kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye roja 8’ê Çileya 2025’an ji aliyê Dadwer Elî Rezaynî ve cezayê darvekirinê yê çalakvana Kurd Pexşan Ezîzî hatibû erêkirin.