Civîna duyemîn a komîsyonê dê 8’ê Tebaxê ji çapemeniyê re girtî li dar bikeve

Civîna “Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” ku duh li meclisa Tirkiyeyê hate avakirin, biryar da ku civîna xwe ya di 8’ê Tebaxê de ji çapemeniyê re girtî li dar bixe.

Civîna duyemîn a komîsyonê dê 8’ê Tebaxê ji çapemeniyê re girtî li dar bikeve
6 tebax, 2025   14:19
 NAVENDA NÛÇEYAN

“Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” ku duh li meclisa Tirkiyeyê hate avakirin, dê civîna xwe ya duyemîn di 8’ê Tebaxê de li dar bixe.

Komîsyonê, duh biryar dabû ku li wezîrê parastina neteweyî Yaşar Guler, wezîrê karên hundir Alî Yerlîkaya, serfermandar Selçûk Bayraktaroglu û serokê Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin ên Tirkiyeyê guhdarî bike.

Li gorî agahiyên Ajansa Mezopotamyayê dane, komîsyonê biryar da ku civîna xwe ya duyemîn ji çapemeniyê re girtî li dar bixe.