Greva birçîbûnê ya girtiyan 104 roj e berdewam e

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd  di roja 104’an de de berdewam dike.

Greva birçîbûnê ya girtiyan 104 roj e berdewam e
9 adar, 2024   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, çareserkirina pirsgirêka kurd û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya demkî û dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 104’emîn de berdewam dike.

Çaverê bû ku çalakî 15`ê Sibatê bidawî bûya, lê belê çalakgeran biryar dan ku wê heta piştî hilbijaritnên şaredariyan li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê berdewam bikin ku dê 31`ê Adarê bên lidarxistin.

Li herêmên cuda yên Kurdistanê ji bo piştgiriya greva biçîbûnê rojane çalakî têne lidarxistin. Di çalakiyan de siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî grevê û girtîgeha Îmraliyê û bêdengiya hêz û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî têne şermezarkirin.

(şx)

ANHA