Di teqîna li Îranê de nêzî 20 kes hatin kuştin

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Îranê di merasîma bîranîna kuştina Qasim Suleymanî de topên gaze teqîn, di encamê de nêzî 20 kes hatin kuştin.

Di teqîna li Îranê de nêzî 20 kes hatin kuştin
3 ÇILE, 2024   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Mehir a Îranê ragihand ku li ser rêya ber bi gora Qasim Suleymanî ya li Kirmanê de dengê teqînan hate bihîstin. Ev teqîn hemwextî salvegera kuştina Suleymanî li Bexdayê pêk hat.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Îranê, herî kêm di 2 teqînên li pey hev de 40 kes hatin kuştin.

Rayedarên li Krmanê ragihadn ku teqîn ji ber teqandina gelek topên gazê çêbû. Tora Skya News′ê ya Arebiye ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên Îranê anî ziman ku di merasîma bîranîna Qasim Suleymanî de gelek kes hatine kuştin.

(fr)