Di nava Komploya Navneteweyî de xiyaneta 33 salan

PDK ku di Komploya Navneteweyî de xiyanetê temsîl dike, wekî ku di şoreşa Rojava de û li Başûrê Kurdistanê jî tê dîtin, ev 33 sal e li dijî hemû destketî û nirxên Kurdan di her firsendekê de bi qirkeran re nokeriyê dike.

Di nava Komploya Navneteweyî de xiyaneta 33 salan
4 cotmeh, 2024   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN 
CÎHAN BÎLGÎN

Di ser Komploya Navneteweyî re 26 sal derbas bûn. Rêber Abdullah Ocalan komplo wek “operasyona herî mezin a NATO'yê” pênase kiribû û 9'ê Cotmeha 1998'an bi derketina wî ya ji Sûriyeyê dest pê kir. Rêber Abdullah Ocalan piştî 126 rojan di 15’ê Sibata 1999'an de birin Tirkiyeyê û ev 25 sal e li Îmraliyê di nava sîstema îşkence û qirkirinê de tê ragirtin.

Komploya Navneteweyî di salvegera xwe ya 26'an de bi rê û rêbazên cuda dewam dike û tê li aliyekî din jî tê destnîşankirin ku komplo ji salên destpêkê yên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ve heye.

Piştî kuştina serokwezîrê Swêdê Olof Palme di 28’ê Sibata 1986'an de, hemû îstîxbaratên dewletên Ewropayê di Hezîrana heman salê de civîneke hevpar li dar xistibû. Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Duran Kalkan têkildarî wê gotibû: "Li dijî PKK'ê biryara lêgerîn û lêpirsîneke hevpar dan. Agahiyên ku kom kirine, kirin yek û dan dewleta Almanyayê. Li ser vê yekê Almanyayê jî doza Dusseldorfê da destpêkirin.”

Planên tesfiyekirin û marjînalkirina PKK'ê dihatin danîn û di sala 1991'an de jî gava destpêkê ya komployê ku armanca wê Rêber Abdullah Ocalan bû, hate avêtin.

Li gel dagirkirina Iraqê ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve, pêvajoya Komploya Navneteweyî dest pê kir. Ev gava destpêkê ya Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (Şerê Kendavê yê Yekemîn) bû.

Di pirtûka Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk de ku pirtûka 5’an a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk e, Rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike ku bingeha Komploya Navneteweyî di çarçoveya Projeya Mezin a Rojhilata Navîn de hatiye danîn û wiha dinirxîne: “… Ji bo serketina projeya Projeya Mezin a Rojhilata Navîn, diviyabû di serî de ez tesfiye bibûma. Ev hemû arguman bi berfirehî îspat dikin ku ez jî herî kêm wekî tesfiyeya Sedam Huseyîn, divê ji holê bihatama rakirin an jî bêbandorkirin.”

Li derve ev plan dihatin çêkirin û têkiliyên PDK'ê yên bi dewleta Tirk re jî ji sala 1991'an ve li ser dijberiya Kurdistan û Rêber Abdullah Ocalan bêhtir bi pêş ve diçûn. Piştî vê pêvajoyê nokerî, hevdîtinên veşartî û êrişên PDK'ê yên bi dewleta Tirk re yên li hemberî gerîlayên PKK'ê, hatin lezandin.

Rêber Abdullah Ocalan PDK'ê wek “rêxistina kontrolê ya paralelî Îsraîlê û bi NATO'yê ve girêdayî ye” pênase dike û têkildarî rola wê ya di Komploya Navneteweyî de dibêje: "Zirara ku Kurdan ji partiyên bi nave PDK'ê yên li hemû welatên lê dîtiye, nabe ku bi tu serdema dîrokê re bê qiyaskirin.”

PDK’ê di Komploya Navneteweyî de jî roleke aktîf girt ser xwe û me êriş, peyman û planên ku heta îro li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê tê de cih girtiye, bi rêz kirin.

BI ÊRIŞAN RE SERENCAMA PROJEYA MEZIN A ROJHILATA NAVÎN

* Hevdîtinên fermî yên PDK'ê yên cara ewilî bi dewleta Tirk re li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd di sala 1991’an de dest pê kirin. Di sala 1991'an de li Enqereyê di navbera şêwirmendê Mesûd Barzanî, Mûhsîn Dizeyî û şêwirmendê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) orgeneral Teoman Koman û şêwirmendê Wezareta Karên Derve ya Tirk Tugay Ozçerî de li dijî PKK'ê civîneke veşartî hat lidarxistin.

PDK'ê di 5’ê Tebaxa 1991'an de yekser cihê xwe di êrişa dewleta Tirk a li dijî PKK'ê de girt. Berdewama vê êrişê heta îro jî berdewam e. Êrişên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd ku PDK'ê bi dewleta Tirk re tê cih girt, bi vî rengî ne:

ÊRIŞÊN YEKSER TÊ DE CIH GIRTIYE

"Operasyona Malaştinê" di sala 1991’an de, "Operasyona Xakûrkê" di sala 1992’yan de, "Operasyona Pola" di 19’ê Adara 1995’an de, "Operasyona Başokan" û "Operasyona Sîleyan" di sala 1996’an de, "Operasyona Çakûç" û "Operasyona Berbangê" di 1997’an de, "Operasyon Mûrat" di 1998'an de, "Operasyona Sandwîç" di 1999'an de, "Operasyona Rojê" di 2008'an de, "Operasyona Biryardariyê" di 2018'an de, "Operasyonên Pençe" di 2019'an de, "Operasyona Pençe-Eylo" di 2020'an de, "Operasyona Pençe-Beledî û Operasyona Pençe-Birûsk" di 2021'an de û "Operasyona Pençe- Kilîd" ji 2022'yan heta îro.

* Li gel êrişan, têkiliyên qirêjî yên PDK'ê yên siyasî yên bi dewleta Tirk re jî piştî sala 1991'an bi pêş ketin.

Di 8’ê Hezîrana sala 1992’yan de piştî civîna li gel rayedarên Tirk a li Enqereyê, şêwirmendê Mesûd Barzanî Xoşyar Zêbarî biryarek di civîna 28’ê Hezîranê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê de derxist ku dema mayîna ‘Hêza Çakûç’ li herêmê dirêj dike.

* Li gorî hin nûçeyên di çapemeniya Tirk de, derket holê ku Mesûd Barzanî di hevdîtina sala 1992'yan de sozê "her cure hevkariyê" daye rayedarên Tirk û Barzanî jî ji Turgut Ozal re gotiye "Ez ji bo her fermaneke we amade me." Di Tîrmeha sala 1992'yan de ji bo hevkariya bi dewleta Tirk re, pasaportên dîplomatîk dan Talebanî û Barzanî û hat gotin ku Barzanî piştî wergirtina pasaporta xwe destê Ozal maç kiriye.

* Di 19’ê Gulana 1992'yan de li Başûrê Kurdistanê di bin çavdêriya Hêza Çakûç de hilbijartinên parlementoyê hatin kirin. Yekem biryara hikumeta Başûrê Kurdistanê ku di 28’ê Hezîranê de ji aliyê PDK û YNK'ê ve hatibû ragihandin, biryara şerê li dijî Tevgera Azadiyê bû.

LI DUBLÎNÊ 'TEVGERA KOMPLOYÊ'

* Di 11’ê Tîrmeha 1995'an de li paytexta Îrlandayê Dublînê di navbera dewleta Tirk, PDK û YNK'ê de bi desteka DYA û Brîtanyayê civînek hate lidarxistin. Mijara sereke ya nîqaşê, jiholêrakirina dubendiya PDK û YNK'ê û qabiliyeta wan a ji bo têkoşîna bi hev re ya li dijî PKK'ê bû. Bi vê peymanê re PDK'ê bi awayekî fermî artêşa Tirk vexwend Başûrê Kurdistanê. Piştî peymanê, şerê mezin ê bi navê "Şerê Başûr ê Duyemîn" di navbera 26'ê Tebax û 3'yê Kanûna 1995'an de rû da. Rêber Abdullah Ocalan got “Ev tevgereke komployê ya li dijî PKK'ê ye” û hişyariya têkbirina wê da.

* Di 17’ê Îlona 1998’an de li Washingtonê ya paytexta DYA’yê di navbera Mesûd Barzanî û Celal Talebanî de bi serpereştiya wezîrê karên derve yê DYA’yê yê wê demê M. Albreight bi mebesta derxistina PKKê ji Başûrê Kurdistanê, Peymana Washingtonê hat îmzekirin. Belgeyên piştre derketin holê, aşkera kir ku ev peyman di çarçoveya Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de hatiye çêkirin.

* 5'ê Mijdara 2007'an li Washingtonê di navbera serokwezîrê Tirk Erdogan û serokê DYA'yê Bush de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi navê hevkariya bi PDK'ê re û pêşxistina têkiliyên bi Başûr re, peymanek hate îmzekirin.

* Di Mijdara 2008’an de, di peymana PDK û dewleta Tirk de şertê ku peymanên bazirganî bên zêdekirin anîn, her wiha ev made xistinê; di nava 6 mehan de dê PKK bihata tesfiyekirin, têkiliyên wê bihatna qutkirin, şerê psîkolojîk bihata meşandin, ji bilî PKK'ê bi beşdariya rêxistinên din dê konferanseke neteweyî bihata lidarxistin, pêşmerge û hêzên taybet ên Tirk dê li cihên stratejîk bihatana bicihkirin û rayedarên MÎT'ê dê tev li lêpirsînan bibûna.

* Di 31’ê Cotmeha 2009'an de wezîrê karên derve yê Tirk ê wê demê Ahmet Davutoglû û wezîrê aboriyê Zafer Çaglayan li Hewlêrê li ser dewlemendiyên binerd ên Başûrê Kurdistanê, li ser bingeha dijberiya PKK'ê, bi PDK'ê re peymaneke bazirganiyê îmze kir.

* Di 21’ê Kanûna 2009'an de wezîrê karên hundir ê wê demê yê AKP'ê Beşîr Atalay li Hewlêrê bi derokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re peymanek îmze kir. Li gorî peymanê biryar dan ku hebûna PKK'ê ya li Başûrê Kurdistanê bi dawî bibe û Kampa Mexmûrê bê valakirin.

* 29’ê Adara 2011'an serokwezîrê wê demê yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û PDK'ê li Hewlêrê li dijî PKK'ê têkildarî dewlemendiyên Başûrê Kurdistanê rêzepeymanên bazirganiyê îmze kirin.

* Mesûd Barzanî sala 2011'an di serdana Enqereyê de got "Ewlekariya Tirkiye û Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye" û ragihand ku dema mayîna leşkerên Tirk a li herêmê 6 salên din hatiye dirêjkirin.

DIJBERIYA PDK'Ê YA LI DIJÎ ŞOREŞÊ

* Di nava komên çete de ku cara yekemîn di sala 2012'an de êrişî Rojava kirin, Neviyan Selahaddîn Eyyûbî, Neviyên Mistefa Barzanî û Azadî yên yên milê PDK'ê yên li Sûriyeyê hebûn.

* Di pêvajoya damezirandina Desteya Bilind a Kurd a Rojava de, wezîrê karên derve yê Tirk Ahmet Davutoglû ji bo pêşî li vê bigire, di 1'ê Tebaxa 2012'an de bi lez û bez çû Hewlêrê û mudaxele li pêvajoyê kir. Davutoglu tevî Nêçirvan Barzanî plana parçekirina Desteya Bilind a Kurd xist meriyetê.

* Di 2'yê Îlona 2012'an de li Hewlêrê di navbera dewleta Tirk û PDK'ê de li dijî şoreşa Rojava civîneke veşartî hate lidarxistin. Aşkera bû ku di civînê de balyozê DYA’yê yê li Urdunê Steward Johns, cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê, nûnerê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê (PDKS-El Partî) Ebdulhekîm Beşar, derokê Daîreya Îstîxbaratê ya PDK'ê Mesrûr Barzanî, endamê Polîtburo YNK'ê Kosret Resûl, nûnerekî Mossada Îsraîlê û gelek kesên din amade bûn.

Di peymana veşartî de biryar hate dayîn ku bi şertê ku li dijî PYD’ê propaganda bê kirin û MGRK û TEV-DEM bên qelskirin, bi şertê ku ENKS bê xurtkirin, destûr ji hebûna Desteya Bilind a Kurd a qelsbûyî re bê dayîn.

* Di 2’yê Çileya 2013'an de di dema êrişa çeteyên girêdayî El Nusra ya li dijî Rojava de, PDK'ê deriyê sînor ê Sêmalkayê girt. Piştre endamê Konseya Serokatiyê ya PDK'ê Elî Ewnî di 10’ê Tebaxa 2013'an de got "Bila PYD ji xwe re deriyekî din veke.”

LI GORÎ MESÛD BARZANÎ KOMKUJÎ ÇÊNEBÛ

* Di 27’ê Tîrmeha 2013'an de li bajarokên Til Hasil û Til Eran ên Helebê ku Kurd lê dijîn, ji aliyê çeteyên El Nusra yên dewleta Tirk ve komkujiyek hat kirin. Êrişan 3 rojan dewam kir û 50 sivîlan hatin kuştin. Têkildarî komkujiyê Mesûd Barzanî got "Tu belge nîn in ku li Til Hasil û Til Eranê komkujî hatiye kirin.”

* Ji ber ku êrişên çeteyan ên li ser Rojava dewam kirin, PDK'ê li ser sînorê Rojava-Başûr xendek (3 metre kûr, 2 metre fireh, 17 km dirêj) koland. Mesûd Barzanî di 14’ê Mijdara 2013'an de got "Ya li Rojava diqewime ne şoreş e, PYD zilmê li gel dike. Esad bi xwe li Rojava ye.”

* Serokwezîrê Tirk Erdogan û Mesûd Barzanî di 16’ê Mijdara 2013’an de li Amedê peymanek îmze kir û diyar kir ku rêveberiya de facto ya ku PYD dixwaze li Rojava ava bike, destûrê nadinê, dê petrola bi rêya boriya ku di nava meh û nîvekê de bi rêya Tirkiyeyê petrola Başûrê Kurdistanê bi cîhanê re bide bazarkirin dest pê bike û di nava mehekê de du deriyên sînor ên paralelî deriyê sînor ê Habûrê bên vekirin.

* 25’ê Cotmeha 2013'an berdevkê Mesûd Barzanî Hamîd Darbendî ragihand ku ew ê nehêlin Salih Muslim bi rêya Başûrê Kurdistanê biçe welatên Ewropayê û got “Salih Muslim dikare bi rêya Şamê biçe Ewropayê, pêwîstiya wî bi Kurdistanê nîn e.”

RÊVEBERIYA XWESER NAS NEKIR

* Di 21 Çileya 2014’an de li Rojava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate ragihandin. PDK'ê di 11’ê Sibata 2014'an de ragihand ku ew Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Rojava hatiye îlankirin, nas nake.

* PDK'ê di 20’ê Çileya 2018'an de destek da êrişa dewleta Tirk a li ser Efrînê.

* Serokwezîrê Tirk ê wê demê Ahmet Davutoglu û Mesûd Barzanî biryara nûjenkirina baregehên Tirk û perwerdekirina pêşmergeyan ji aliyê dewleta Tirk ve, di mehên dawîn ên sala 2014’an de li Hewlêrê, dabû.

PDK DI CIVÎNA OMANÊ DE YE

* Di 1’ê Hezîrana 2014'an de li paytexta Urdunê Omanê civîneke veşartî hate lidarxistin. Di wê civînê de dewleta Tirk, DYA, Erebistana Siûdî, Îsraîl, PDK, DAIŞ û komên çete amade bûn. Di civînê de, di plana dîzaynê ya Rojhilata Navîn de DAIŞ wek amûrekê hate erkdarkirin. Di wê civînê de biryara rêdana ketina DAIŞ'ê ya Mûsil, Tel Afer û Şengalê hat dayîn.

* Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ'ê êrişî gundên Beac, Girzerik, Siba Şêx Xidir û Tilizêr ên Şengalê kir. Pêşmergeyên PDK'ê bêyî ku fîşekekê jî biteqînin, Şengal teslîmî DAIŞ'ê kir û reviyan Herêma Başûra Kurdistanê. Şengal ji aliyê gerîlayên HPG û YJA Starê ve hat azadkirin.

* Piştî referanduma serxwebûnê ya PDK'ê ku di 25'ê Îlona 2017'an de li Başûrê Kurdistanê pêk hat, tevî hemû hişyariyan jî artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî Kerkûk, Xurmatû, Xaneqîn, Daqûq, Mexmûr, Şengal, Altınkopru, Karahîncîr, Rabîa û Zûmar di 16-17'ê Cotmeha 2017'an de dagir kirin.

* Di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera Başûre Kurdistanê û hikumeta Iraqê de bi çavdêriya nûnerên NY û dewleta Tirk, Peymana Şengalê hat îmzekirin. Bi vê peymanê xwestin hemû sazî û rêxistinên xwerêveberiyê, bi taybetî jî parastina Êzidiyan, tesfiye bikin.

LI XELÎFANÊ KEMÎN DANÎN BER GERÎLA

* Şeva 28’ê Tebaxa 2021'an, komeke gerîla (7 kes) li ser Ava Zapê ya Xelîfanê rastî êrişa hêzên PDK'ê hat û di encama eê êrişê de 5 gerîla şehîd bûn û 2 gerîla jî birîndar bûn û dîl ketin destê pêşmergeyên PDK'ê.

* Di 26’ê Nîsana 2022'yan de Asayîşa Herêma Kurdistanê ya ser bi PDK'ê ve ragihand ku li Dihokê hezar û 200 maskeyên gazê desteser kirine û îdia kir ku “plana xeternak a PKK'ê hatiye têkbirin”. Di wan rojan de dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar dianîn.

* Di 27’ê Îlona 2022'yan de heyeteke Ewropayê ku xwest êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê lêkolîn bike, ji aliyê PDK'ê ve hat astengkirin.

* Di 15’ê Tebaxa 2024'an de di navbera hikumeta Iraqê û Komara Tirk de peymana êriş û qirkirinê hate îmzekirin. Di heman rojê de Erdogan çû Hewlêrê û bi Barzaniyan re hevdîtin kir. Piştî vê peymanê êriş û komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kuristanê zêde bûn.

* Di sala 2024’an de bi destê hêzên PDK'ê û dewleta Tirk bi sedan çeteyên DAIŞ'ê ji herêmên dagirkirî yên li Rojava birin Başûrê Kurdistanê. Bi belge û dîmenan aşkera bû ku çete kincên leşkerên Tirk li xwe kirine.