Nagîhan Akarsel-HÊVÎ HESEN

Nagîhan Akarsel-HÊVÎ HESEN
4 cotmeh, 2024   06:10
NAVENDA NÛÇEYAN

“Pêdiviya me bi dengekî ku gazî sûlava hest û ramanên serdemê bike heye. Dengekî ew qas kevn û kevnar ku behsa dema niha bike. Gotinek bide hîskirin ku di gerdûnê de em ne bi tenê ne û enerjiya me temam bike. Pêdiviya me bi tîpekê heye ku hest ji ramanê, giyan ji hiş, vîn ji zanînê, madeyê ji enerjiyê, jiyanê ji mirinê, ronahiyê ji tarîtiyê, felsefeyê ji civaknasiyê veneqetîne. Paradîgmaya giyanî û rewşenbîrî ya dem û mekanê hilgire."

Nagîhanê wiha nivîsandibû di nivîsa xwe ya dawîn a ji kovara Jineolojiyê re... Digot dengekî me bide hîskirin ku em di gerdûnê de ne bi tenê ne, bi hebûna xwe bûbû xwediyê wê dengê...

Dibe ku danasîna wê ji helbestên ku di quncikên cîhanê de ji bo çivîk, daran, gerdûnê re hatine divîsandin derbas dibe, wekî hevrêyên wê dibêjin `helbestên xwedî heqîqet.Dibe ku danasîna wê ji fêmkirina çîrokên jinan de derbas dibe, di qîrînên bêdeng ên ku di navbera dîwarên malên berxwedêr de asê mane. Dibe ku bi nêrîna her jina hîs kiriye, her jinek ku di quncikên Kurdistanê de destên wê girtiye. Da ku ew tiştên ku dibîne bibînin û tiştên ku di guhê wê de hatin gotin tê bigihêjin.

Dibe ku di kêliyên jiyana lihevanîna dil û mêjî de derbas dibe, ji demên bêyî ku hevsengî û ahengekê winda bikin diherikin.Dibe ku ji efsûna helbest, çîrok û kilamên veşartî, di serdanên ku jinên şev û roj li pêşiya wê nimêj dikirin, yên ku sirên xwe ji xwe re vedişartin, yên bi xwe sir bûn. Kî dizane, dibe ku wateya wê wek helbestvan gotiye “karê wan; di navbera kulîlka lotik û serdemê de, yên li pey stranên heqîqetê dirêvin” tê.

Dibe ku ew ji wan kesên ku di şêlên deryayê yên serdemê de veşartî, fêrî sira rastiyê bûye, tê.

Di sala 1977’an de li gundê Xelîkan (Gölyazi) yê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê Nagîhan jiyana ku jê gelekî hez dikir, silav kir. Kurdistan dûr e, lê li erdnîgariyeke ku bi sedsalên surgunkirî de nekarîn ji cewhera wê qut bikin... Heta dibistana amadehiyê li vir xwendiye. Paşê, li Zanîngeha Gazî ya Enqereyê, ji bo gavên destpêkê ên pîşeyî ku di jiyanê de bi hezkirin û evîn pêk anî li Beşa Rojnamegeriyê xwe tomar kir. Nagîhana ku dest ji lêgerîna heqîqetê berneda, li vir Tevgera Azadiyê nas kir.

Di sala 1998'an de bi biryareke ku “Duriyana jiyana min” pênase dikir bi komek hevalên xwe re ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan çû Şamê. Ji vê ziyareta ku digot "Hêza ku di temenekî de tê bikoşim di nav çar rojan de bi dest xist", bi Komploya 9'ê Cotmehê re nîvçoyî ma. Nagîhanê karîbû ku peymaneke temenî ya jînê di nav çar rojan de bi cih bike, poşmaniya wê ya herî mezin ew bû ku ew nekaribû zêdetir bimîne. Piştî vedigere, di sala 2001`ê de dema xwendekar bû ji ber xebatên siyasî hat girtin.

Heta sala 2007’an li Zindana Enqereyê ya Ulucanlar û Amasyayê dilgirtî ma. Di demên li zindanê jî dev ji xwendinê, têgihaştinê û lêgerîna heqîqetê berneda.

Nagihan piştî pêvajoya dilgirtîbûnê beşa rojnamegeriyê xilas kir û li Zanîngeha Hacettepeyê beşa Lêkolînên Jinan xwend. Bi kelecan û girêdanekê di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê de gava yekemîn a rojnamegeriyê avêt û bi berpirsyariyên wekî nûçegihan û edîtorî hilgirt. Di vê demê de di qunciknivîsa rojnameya Gündemê de nivisî. Ji pênûsa xwe ya ku ji bo gel û jinan bihgîhijin heqîqetê tu carî dest jê berneda. Di sala 2014`an dest bi xebatên jîneolojiyê kir û di desteya weşanê ya Akademiya Jineolojiyê û kovara Jîneolojiyê de cih girt. Di vê pêvajoyê de ji bo ronîkirina rastiya jinan bi şev û roj xebitî. Çîrok berhev dikirin û nivîs dinivîsîn.

Li Şengal, Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê dest ji lêgerîna dîroka jinê û wateya vê dîrokê berneda. Her cihê ku diçû li jinan guhdarî dikir, hewl dida ku ji jinan hîn bibe, tiştên ku hîn bûbû ji parzûna xwe derbas dikir, dinivîsand û diyarî jinên cîhanê dikir. Di rojname û kovarên wek kovara Jineolojî, Özgür Gündem, Özgür Politika, kovara Demokratîk Modernite, Newaya Jin de dinivîsî. Dem di kêliyê de, kêliyê di jiyanê de, jiyan di hest û ramanê de bi rêxistin dikir.

Di 4’ê Cotmeha 2022’yan de dema ku xebatên Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Lêkolînê ya Arşîvê li Başûrê Kurdistanê didomand, di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyê hat qetilkirin.

Di demekê de ku şoreşa “Jin Jiyan Azadî” li hemû cîhanê deng veda, qetilkirina yek ji pêşengên vê şoreşê Nagîhan, weke qetlîamên jinên şoreşger ên beriya wê ne tesaduf bû. Weke lêgera heqîqetê, wekî derwêşê wateyê Nagihan, her cihê diçûyê bandor û rêxistin dikir û şoreşa serdemê di kêliyê de ava dikir. Di van demên ku hewl didin wateya jiyanê winda bikin, wê digot "digot wate, mîna bi awirên geş di çirûska çavên zarokekê nûhatiye dinê îlhamê dide." Bi xwe wate bû û îlham da hezaran jinan...

Hedef girtin û qetilkirina wê ket dîrokê ku pergala serdest a mêr ji têkoşîna wê çiqas ditirsa. Nagîhan li dû xwe berxwedaniya sedan jinên ku dest da ye, bi dehan nivîs, pirtûkên helbestan, çîrokan û bi ruhê xwe yê têkoşer kêliyan bi rêxistin dike, di şoreşa jinê de tevkariyê dike û têkoşîna azadiyê berfireh dike.

ANHA