Di kongreya NADA de jinan azadiya fizikî ya Rêber Abdulla Ocalan xwestin

Yekemîn Kongreya Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) di roja duyem de berdewam e. Di kongreyê de jinan azadiya fizikî ya Rêber Abdulla Ocalan xwestin.

Di kongreya NADA de jinan azadiya fizikî ya Rêber Abdulla Ocalan xwestin
16 gulan, 2025   16:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 15’ê mehê de li bajarê Silêmaniyê bi beşdariya ji 18 welatan nêzîkî 200 nûnerên jin, Yekemîn Kongreya Hevgirtina Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) bi diruşmeya ‘Bi Şoreşa Jinê Ber bi Civakek Demokratîk ve’ destpê kir. Kongre di roja duyem de bi panel û nîqaşan berdewame.

Jinan di kongreyê de daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin. Jinan diyarkirin ku azadiya Rêber Abdulla Ocalan wê ji bo demokrasiya Rojhilata Navîn deriyek nû veke, ji bo têkoşîna bidestxistina azadiya jinan divê demek ji ya din zûtir Rêber Ocalan azad bibe.

Jinan diyarkirin ku Rêber Abdulla Ocalan dibêje ‘Heya jin azad nebe, civak azad nabe’ ji bo wê divê ewil Rêber Ocalan azad bibe da ku jin jî azad bibin.

Jinan ragihand ku ewê bi felsefe û fikirê Rêber Abdulla Ocalan ji bo azadiya hemû jinên cîhanê têbikoşin.