Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî diyar kir nebûna beşdariya civakî û pirbûna pirsgirêkên siyasî û aborî, rê li ber çareseriyeke rastîn a li Sûriyeyê digirin. Rojnameyan destnîşan kir ku metirsî hene ku li Lubnanê şer dest pê bike û agirbesta li Xezayê jî sist e. Der barê Sûdanê de jî ketina Faşirê wekî xaleke werçerxê yê xeternak di şerê Sûdanê de nirxand.

Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî
2 mijdar, 2025   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de rewşa Sûriyeyê, aloziyên li Xeza û Lubnanê, û şerê li Sûdanê nirxandin.

‘DI RÊVEBIRINA SIYASETA SÛRIYEYÊ DE GENGAZÎ Û NEGENGAZÎ’

Rojnameya El Ereb destnîşan kir ku Sûriye di rêya xwe ya siyasî û civakî de li ser “xaçerêyeke girîng a di navbera gengazî û negengaziyê de ye”. Rojnameyê îşaret pê kir ku aloziyên navxweyî û tevliheviyên derveyî li pêşiya her hewldanek ji bo ji nû ve avakirina dewletê li ser bingehên nû, dibin asteng.

Li gorî rojnameyê; "Tiştê ku li Sûriyeyê mimkun e projeyek siyasî û civakî ya nazik e, ku ji hêla tengezariyên vegera saziyan, ji nû ve belavkirina çavkaniyan û vegerandina baweriyê di navbera pêkhateyên civakê de tê rêvebirin, ta avakirina qadên sînorkirî ji bo lihevkirina siyasî û civakî. Lê eger ev proje li ser esasê beşdariyeke rasteqîn û çalak a hemû beşên civakî bi taybet ciwan, ciwan û herêmê paşguhkirin ku binehên her pergaleke siyasî ya pirrengî û adilane ne, neyê avakirin, dibe ku biteqe. "

Rojnameyê destnîşan kir ku astengiyên gengaz û negengaz di rêvebirina siyaseta Sûriyeyê de ji komeke dafikên bi hev ve girêdayî derdikevin û ev nirxandin kir: “Ev dafik siyasî, aborî û rewşenbîrîn ne ku şansên avakirin û aramiyê tevlihev dikin. Dahfika yekemîn nêrîna ku dibêjin çareseriyeke leşkerî dikare pevçûnê bi dawî bike û yekitiya neteweyî. Ev nêrîn xeternak ji ber ku rastiya ku tundûtûjî dabeşbûnê kûr dike û rê li ber aştiya mayînde digire paşguh dike. Dahfika duyemîn hesreta vegera li dewleteke navendî ya bi hêz e; tevî ku aloziya Sûriyeyê kûrahiya parçebûnê û pêdiviya li saziyên ku pirrengî, edalet û beşdariya siyasî îfade bike, lê xwepartina zêde li destwerdana derve şaştiyeke stratejîk e, ji ber ku rola xwecih di sazkirina çareseriyan îbtal dike û dihêle ku istiqrarê bi îradeyên hêzên derve ji berjewendiyên sûriyeyî ve girêdayî be.”

Rojnameyê ev li nirxandina xwe zêde kir: "Civaka Sûriyeyê îro di navbera xeyalên hêzê û sînordarkirinên rastiyê de dijî. Di heman demê de derfetên çareseriyên rastîn di bin zexta bêçalakiya siyasî û aborî de kêm dibin. Ji ber vê yekê,  arîşeya herî mezin ew e ku sûriyeyî bikaribin di navbera gengaz û ne gengaz de cudahî bikin û nêzîkatiyek rastîn ava bikin ku têkiliya di navbera dewlet û civakê de ji destwerdanên derveyî û xeyalên çareseriyek bilez ji nû ve pênase bike. "

‘LUBNAN… ŞEREKÎ BERDEWAM Û ÇARESERÎ DERENG DIMÎNE’

Rojnameya El Şerq El Ewset derbarê rewşa li Lubnanê nivîsî û diyar kir ku welat ber bi pevçûnek nû bi Îsraîlê re diçe, ji ber "gelek daxuyanî û agahiyên ku atmosfera şer xurt dikin derketin." Rojnameyê diyar kir ku rayedarên Lubnanê ji dînamîkên herêmî yên ku ji hêla civîna Şarm El Şêx ve hatine çêkirin "dûr in", û destnîşan kir ku "xwesteke Lubnanê ya danûstandinên nerasterast bi Îsraîlê re" helwesta wê qels dike. Rojnameyê hişyarî da ku nezelaliya fermî ya berdewam dikare rê li ber "krîzên navxweyî yên nû yên ewlehî, siyasî û aborî" veke".

 ‘QANÛNA LÎSTIKÊ’

Rojnameya El Beyan jî cih da rewşa Filistînê û diyar kir ku agirbesta li Xezayê dê ji ber sedemên bingehîn lawaz û ne mayînde be.

Rojnameyê da zanîn ku Hemas lîstikan dike, Îsraîl dereng dixe û Washington tevlihev e û wiha domand: "Di navbera hêdîbûna Îsraîlê ya li ser agirbestê û hewldanên wê yên temamkirina projeya xwe ya koçberkirinê û dudilîbûna rêveberiya Trump di pêkanîna zextan li ser wê de, agirbest bêtir wekî bêhnvedaneke demkî xuya dike. "

Rojnameyê destnîşan kir ku “qanûna lîstika navneteweyî hatiye guhertin, êdî hebûna dualîtiya çekan û biryardanê di navbera dewlet û milîsan de nayê qebûlkirin, qonaxa pêş dê şahidiya ji nû ve xêzkirina hevsengiya rewabûn û serweriyê li herêmê bike”.

 ‘DEWLETÊN EREBÎ YÊN PARÇEBÛYÎ’

Rojnameya El Quds El Erebî nivîsî ku ketina bajarê El Faşir, li Sûdanê di navbera herêmên rojava ku ji aliyê Hêzên Piştevaniya Lezgîn ve tê kontrolkirin û herêmên naverast û rojhilat ên di bin bandora artêşa Sûdanê de, dabeşbûneke mezin çêkiriye.

Li gorî raporên mirovî, nêzîkî 260 hezar sivîl di nava bajêr de di şert û mercên dijwar de dijîn, xwarin û derman pir kêm in. Her wiha pevçûnên dawîn jî bi hezaran sivîl neçar kirine ku birevin deverên ewletir.

Li gorî El Quds El Erebî, çavdêr dibêjin ketina El Faşir aloziyeke nû di pêvajoya şerê Sûdanê de çêkiriye û tirsên der barê parçebûna welêt di navbera hêzên leşkerî yên dijber û lîderên herêmî de, zêde dike.