DYA’yê gelek sazî û rayedarên Kubayê xistin lîsteya cezayên malî

Rêveberiya DYA’yê serokê Kubayê Miguel Diaz-Canel û hin kesên ji malbata Fidel Castro, her wiha saziyên ser bi artêşa Kubayê ve, xistin lîsteya cezayên malî.

DYA’yê gelek sazî û rayedarên Kubayê xistin lîsteya cezayên malî
5 hezîran, 2026   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rageşiya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Kubayê de zêde dibe. Hikumeta DYA’yê roja Pêncşemê biryarek da û diyar kir ku pêkanînên aboriyê li ser serokê Kubayê Miguel Diaz-Canel û hin endamên malbata Fidel Castro ferz kiriye.

Kurê lîderê berê yê Kubayê Raul Casro Alejxandro Castro Espin û yek ji neviyên wî jî tev li lîsteya cezayan hate kirin. Raul Castro yê 95 salî li gel ku wezîfeyeke xwe ya fermî nîn e, tê gotin di pêvajoyên biryardanê yên têkildarî siberoja welêt de xwedî bandor e.

Her wiha hevjîna serok Diaz Canel û zirkurê wî, Wezareta Hêzên Çekdar a Şoreşger a Kubayê jî li lîsteya reş a Wezareta Xezîneyê ya DYA’yê hatin bicihkirin.

Têkildarî Diaz-Canel di Tîrmeha 2025’an de Wezareta Karên Derve ya DYA’yê biryara pêkanînê dabû.

Têkiliyên navbera DYA û Kubayê ji destpêka salê û vir ve di asteke girîng de nebaş bû. Rêveberiya Washingtonê di pratîkê de ambargoyeke petrolê daniye ser Kubayê. Her wiha pêkanînên nû li ser gelek şîrket û rêveberên Kubayê hate ferzkirin.

Serokê DYA’yê Donald Trump îdia dike ku Kuba ji bo ewlekariya neteweyî ya DYA’yê “gefeke awarte” ye. Trump di daxuyaniyên xwe yên dawîn de gef li Kubayê xwarin.