Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 8 kes hatin kuştin

Di encama bombebaran û gulebarana hêzên Îsraîlê li ser Xezayê de 5 kes hatin kuştin.

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 8 kes hatin kuştin
22 cotmeh, 2026   17:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, li bajarê Xezayê di êrişa hêzên Îsraîlê ya li ser wesayîtekê de kesek hat kuştin û di êrişeke din jî 2 kes hatin kuştin.

Hate zanîn ku li Xan Yûnisê ya başûrê Xezayê di bombebarankirina motorsîklêtekê de kesek hat kuştin û li nêzî kampa Cibalya ya bakurê Xezayê jinek di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest da.

Hêzên Îsraîlê der barê êrişan de tu daxuyanî dan.

Li gorî rayedarên qada tenduristiyê ya Xezayê, ji destpêka ragihandina agirbestê ve bi kêmanî hezar û 500 Filistînî hatine kuştin. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku heman heyamê de 4 leşkerên wê hatine kuştin.

(bb)