Berdevkê Hûsiyan: 4 êriş li dijî Erebistana Siûdî hatin kirin

Berdevkê Hûsiyan got, wan di 48 saetên dawîn de 4 êriş li dijî Erebistana Siûdî de pêk anîne û îdia kir ku Erebistana Siûdî di sed rojên borî de zêdetirî 2 hezar û 900 êriş li dijî wan kirine.

Berdevkê Hûsiyan: 4 êriş li dijî Erebistana Siûdî hatin kirin
22 cotmeh, 2026   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Hûsiyan Yehya Serî ragihand ku wan di 48 saetên dawîn de 4 êriş li dijî Erebistana Siûdî pêk anîne û got: "Êriş bi dronan û mûşekên balîstîk li dijî avahiya Wezareta Parastinê ya Riyadê, balafirgeha Melil Fehed a Navneteweyî ya li Demamê, şîrketa Aramco ya li Yenbeê û balafirgeha Ebha ya navneteweyî hatin kirin."

Berdevkê Hûsiyan bi daxuyaniyekê anî ziman ku di êrişa li ser şîrketa Aramcoyê de şewat derket, di heman demê de keştên hewayî yên balafirgeha Melek Fehed sekinîn.

Yehya Serî ev êriş wekî bersiv li hemberî êrişên Erebistana Siûdî yên li dijî Yemenê pênase kir. Her wiha îdia kir ku Erebistana Siûdî di sed rojên dawîn de zêdetirî 2 hezar û 900 êrişên hewayî û mûşekeyî pêk anîne ku bûne sedema kuştin û birîndarbûna zêdetirî 562 kesî, piranî jin û zarok in.

Berdevkê Hûsiyan, gef li Erebistana Siûdî xwar ku eger qebîleyên Yemenê bike hedef ew ê jî êrişên xwe dijwartir bikin û got, heya operasyonên leşkerî û dorpêça li ser Yemenê bi dawî nebin, dê êrişên li ser Erebistana Siûdî bidomin.

 (bb)