Di êrişên Îsraîlê de 6 kes hatin kuştin
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê welêt de 3 endamên Hizbullahê û 3 kesên din hatin kuştin.
Li gorî medyaya xwecih, artêşa Îsraîlê bajarokên Eyta Cebel, Meyse Cebel û Ebtrûn ên başûrê Lubnanê kirin hedef.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê welêt de 3 endamên Hizbullahê û 3 kesên din hatine kuştin.
Hizbullahê jî diyar kir ku wê navenda yekitiya çavdêriya hewayî û rêveberiya operasyona hewayî ya li baregeha Mîron kirine hedef.
Her wiha Hizbullahê ragihand ku wê li derdora girê Xezayê kombûneke leşkerên Îsraîlê jî bi obîsan kiriye hedef.
(bb)