Di êrişa Ukraynayê de li nêzîkî Moskovê 5 kes hatin kuştin

Di êrişeke bi dronan a Ukraynayê de li ser nêzî Moskovê 5 kes hatin kuştin û 6 kes birîndar bûn. Di heman demê de rayedarên Rûsyayê ragihand ku depoyeke nêzîkî St. Petersburgê rastî êrişeke bi dronan hat.

 Di êrişa Ukraynayê de li nêzîkî Moskovê 5 kes hatin kuştin
4 tebax, 2026   10:49
NAVENA NÛÇEYAN

Li gorî parêzgarê herêmê Andrey Vorobyov, îro di êrişeke bi dronan a Ukraynayê de li herêma pîşesaziyê ya bajarê Chexov ê li herêma Moskovê, 5 kes hatin kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn.

Parêzgarê herêma Lenîngradê Alexander Drozdenko jî ragihand ku dronan depoyeke nêzî St. Petersburgê kir hedef û destnîşan kir ku 17 dron hatine xistin.

(k)

ANHA