Li Enqereyê xebatên pêşnûma qanûnî lez bûn

Di 2’yê Tebaxê de şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re di çarçoveya pêşnûmeya qanûna çarçoveyî de hevdîtin pêk anî. Duh şandeya DEM Partiyê der barê hevdîtinê de nêrînên Rêber Abdullah Ocalan wek daxuyanî belav kirin. Piştî daxuyaniyê li Enqereyê civîn û hevdîtinên partiyên siyasî jî dest pê kir.

Li Enqereyê xebatên pêşnûma qanûnî lez bûn
4 tebax, 2026   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Tirkiyeyê bi nîqaş, daxuyanî û hevdîtinên berdewam, pêşnûmeya qanûna çarçoveyî bûye rojeva sereke. Bi taybetî jî piştî hevdîtina 2’yê Tebaxê ya ku şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re kir û duh bi daxuyaniya Rêber Abdullah Ocalan a têkildarî pêşnûmeya qanûna çarçoveyî, pêvajoya hevdîtinên AKP ên bi partiyên siyasî yên di parlamentoyê de dest pê kir.

Beriya pêşkêşkirina pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ji bo parlamentoya Tirkiyeyê, tevgera siyasî li Enqereyê zêde bû. Berî pêşkêşkirina pêşnûmeyê, AKP’ê li parlamentoyê bi partiyên siyasî re li pey hev civîn li dar xistin.

AKP’ê beriya hevdîtinan jî pêşniyara pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ji bo îmzeyên endamên xwe yên parlamentoyê vekiriye. Ji parlementeran hat xwestin ku heta saet 5’ê êvara îro pêşniyarê bi tevahî îmze bikin.

HEVDÎTINA YEKEM BI DEM PARTIYÊ RE

Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler û cîgirê serokê komê Abdulhamît Gul bi şandeya DEM Partiyê re hevdîtinek pêk anî. Hevdîtinê bi qasî 2 saet û nîvan dom kir. Di hevdîtinê de, der barê pêşniyara pêşnûmeyê de agahî hatin dayîn, lê piştî hevdîtinê tu alîyan daxuyaniyek ji çapemeniyê re neda.

HEVDÎTIN BI PARTIYAN RE DIDOME

Heyeta AKP'ê piştre bi cîgirê serokê giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê Yildiz daxuyanî da û wiha got: "Me li hev kiriye, tu pirsgirêk nîn e." AKP’ê bi HUDA PAR, CHP, Yenî Yol û Partiya Nû re jî hevdîtin pêk anîn. Tê payîn ku ew hevdîtin îro jî bidomin.

Serokê parlamentoyê Numan Kurtulmuş jî ji bo nirxandina amadekariyên ji bo pêşniyarê bi wekîlê serokê AKP’ê Efkan Ala û serokê komê Abdullah Guler re civiya.

PÊŞNIYAR VÊ HEFTEYÊ TÊ PARLAMENTOYÊ

Piştî temambûna nîqaşên siyasî, tê payîn ku pêşniyar îro ji serokê parlamentoya Tirkiyeyê re were pêşkêşkirin. Tê diyarkirin ku AKP armanc dike ku vê hefteyê pêşniyarê bîne rojeva desteya giştî ya parlamentoyê, bêyî ku piştî pêvajoya Komîteya Edaletê demekê li bendê bimîne.

DEM PARTIYÊ BIRYARA KOMBÛNÊ DA

Ji aliyekî din ve, DEM Partiyê jî biryar da ku ji bo nîqaşkirina pêşnûmeya qanûna çarçoveyî, Komîteya Rêveberiya Navendî ya xwe kom bike. Naveroka pêşniyarê, bernameya parlamentoyê û nexşerêya partiyê dê di civîna Komîteya Rêveberiya Navendî de werin nîqaşkirin.

Tê çaverêkirin ku pêşnûmeya qanûna çarçoveyî îro ji partiyên siyasî re bê şandin û sibe jî biçe ber destê serokatiya parlamentoya Tirkiyeyê.