Xeza, Sûriye û siberoja hevsengiyên herêmî di çapemeniya erebî de

Rojnameyên erebî li hev kirin ku şerê li Xeza bûye ajokera sereke ya hemû pêşkeftinên herêmî, di vê navberê de bangên ji bo çareseriyên siyasî û dîplomatîk zêde dibin.

Xeza, Sûriye û siberoja hevsengiyên herêmî di çapemeniya erebî de
4 tebax, 2026   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê li Şerîda Xeza, pêşkeftinên li Sûriyeyê û guhertinên herêmî bala rojname û dezgehên medyayê yên erebî kişandin.

XEZA Û HIŞYARIYÊN BILINDBÛNA NAKOKIYAN

Rojnameya El Şerq El Ewset cîhek girîng ji bo şopandina pêşkeftinên siyasî yên li herêmê veqetand û bal kişand ser tevgerên dîplomatîk ên têkildarî şerê li Xeza û siberoja têkiliyên herêmî.

Analîza wê gihîşt wê encamê ku herêm bi "qonaxa ji nû ve şekildana hevsengiyan" re rû bi rû ye û destnîşn kir ku serkeftina hewldanên siyasî girêdayî "xebta aliyan e ku ji rêvebirina pevçûnê derbasî rêvebirina çareseriyekê bibin."

Her wiha pirsgirêka Filistînê bi pêşkeftinên li Sûriye û Îranê ve girêda û diyar kir ku ev pirsgirêk ji her demê bêtir bi hev ve girêdayî bûne.

El Erebî El Cedîd cîhek girîng ji bo mijara Sûriyeyê veqetand. Raportên rojnameyê li ser veguherînên di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de û rêyên ji nû ve avakirina jiyana giştî sekinîn û tekez kir ku "dijwarî êdî ne tenê bi ewlehiyê ve girêdayî ye, lê di heman demê de sazî û siyasî ye jî."

Her wiha pêşketinên li başûrê Sûriyeyê û pirsgirêkên aborî jî nirxand û nivîsî ku serkeftina qonaxa dema pêş bi girêdayî ka sazî çiqas dikarin baweriya gel vegerînin.

HEVSENGIYÊN HERÊMÎ Û JI NÛ VE DABEŞKIRINA BANDORÊ

Rojnameya El Arab a li Londonê cîh ji bo analîzkirina hevsengiyên herêmî veqetand û nivîsî ku Rojhilata Navîn şahidiya veguherînek ji qonaxa rêveberiya krîzê ber bi qonaxa ji nû ve belavkirina bandorê dike. Eojnameyê destnîşan kir ku gavên dîplomatîk ên bilez hişmendiyek zêde di nav hêzên herêmî de nîşan didin ku berdewamiya pevçûnên leşkerî aramiya tevahiya herêmê tehdît dike.

DÎPLOMASÎ Û ÇARESERIYÊN SIYASÎ LI HEMBERÎ BILINDBÛNA RAGEŞIYÊ

Rojnameya Urdunî El Rai bal kişand ser bandorên ewlehî û siyasî yên pêşketinên herêmî li ser Urdun û welatên cîran.

Rojnameyê diyar kir ku aramiya herêmî "pêdivî bi xurtkirina kanalên diyalogê û kêmkirina rageşiyê heye" û şerê berdewam ê li Xezayê pirsgirêkên ewlehî û mirovî derdixe holê ku ji sînorên axên Filistînî wêdetir diçin.

Rojnameya Siûdî Okaz, ji aliyê xwe ve, destnîşan kir ku qonaxa heyî hewceyî bi xurtkirina xebata hevbeş a Erebî heye da ku bi pirsgirêkên ewlehî û aborî çareser bikin, di demekê de ku li herêmê guhertinên bilez pêk tên.

(k)

ANHA