Di êrişa Rûsyayê de 5 kes hatin kuştin

Li du bajarên Ukraynayê di êrişên Rûsyayê de 5 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Di êrişa Rûsyayê de 5 kes hatin kuştin
5 gulan, 2026   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî herêmî ji AFP'ê re got di êrişa Rûsyayê ya dron û mûşekan ên li ser herêma Poltava de 4 kes kuştin û 31 kesên din jî birîndar kirin, di nava wan de xebatkarên tîmên rewşên awarte hene.

Dozgeriya Giştî ya herêma Kharkivê jî ragihand di êrişeke cuda de kesek hat kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Parêzgarê herêma Lenîngradê ya Rûsyayê Alexander Drozdenko daxuyaniyek li ser Telegramê weşand û got Kîevê parzûngeha mezin a petrolê ya li herêma Lenîngradê bike hedef ku di encamê de agir li tesîseke pîşesaziyê li bajarê Kirishi derket. Parêzgar anî ziman ku şewat hat kontrolkirin û tiştek bi kesî nehat.

(bb)