Hikumeta demkî rê nade malbatên dîlgirtiyan zarokên xwe bibînin

Hikumeta demkî nahêle malbatên şervanên QSD'ê yên dîlgirtî hevdîtinê bi zarokên xwe re bikin û gefê li wan dixwe.

Hikumeta demkî rê nade malbatên dîlgirtiyan zarokên xwe bibînin
Hikumeta demkî rê nade malbatên dîlgirtiyan zarokên xwe bibînin
Hikumeta demkî rê nade malbatên dîlgirtiyan zarokên xwe bibînin
Hikumeta demkî rê nade malbatên dîlgirtiyan zarokên xwe bibînin
5 gulan, 2026   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbatên şervanên QSD'ê yên ji aliyê hikumeta demkî ve dîl hatine girtin, diyar kir ku hin malbat ji bo hevdîtina zarokên xwe dîlgirtî çûn Helebê û serî li navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn da.

Malbatan destnîşan kir hikumetê rê neda wan ku zarokên xwe bibînin û destnîşan kir ku endamên hêzên ewlekariyê gef li wan xwarin ku eger kombûnê ji hev nebin dê werin revandin.

Hejmarek malbatên dîlgirtiyan ji ajansa me re diyar kir ku hinek malbat piştî kuk bertîl dan, agahî der barê cihên ragirtina zarokên xwe wergirtin.

Li gorî malbatan, ji wan re hatiye gotin ku dîlgirtî di beşa ewlehiya leşkerî ya li Çerxerêya Basil in û beşa ewlehiya siyasî ya li taxa Silêmaniyê ragirtî ne.

Her wiha hate gotin ku zindaneke veşartî di jêrzemîneke avahiyekê de di navbera Mizgefta Rihman û Stadyuma Ciwanan a li Helebê hatiye avakirin û hin zindanên din ên veşartî hene.

Ji malbatan re hate diyarkirin ku hin girtîgeh li herêma Şiqêf a bakurê taxa Şêxmeqsûdê jî hene û hin dîlgirtiyên sivîl û leşkerî di girtîgehên Minbic, Hums û girtîgeha Eqtanê ya Reqayê de têne ragirtin.

(bb)

ANHA