Di êrişa li Venezuelayê de 32 welatiyên Kubayê hatin kuştin

Kubayê ragihand ku 32 welatiyên wê di êrişa DYA’yê ya li ser Venezuelayê de hatine kuştin.

Di êrişa li Venezuelayê de 32 welatiyên Kubayê hatin kuştin
5 ÇILE, 2026   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Kubayê duh ragihand ku 32 welatiyên wê di êrişa hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li ser Venezuelayê ku bi girtina serokê wê Nicolas Maduro bi dawî bû, hatine kuştin.

Hikumeta Kubayê bi daxuyaniyekê diyar kir: "Di êrişa sûcdar a ji hêla hikumeta DYA’yê ve li dijî Komara Bolîvarî hate kirin, di dema operasyonên şer de 32 kubayî hatin kuştin.”

Hikumetê daxuyand ku tevahî kuştî endamên Hêzên Çekdar ên Şoreşger û Wezareta Karên Hundir a Kubayê bûn ku li ser daxwaza hikumeta Venezuelayê erkên fermî li wir pêk dianîn.

Hikumeta Kubayê ji ber kuştina 32 welatiyan 2 rojan şîn ragihand.

Serokê DYA’yê Donald Trump jî ragihandibû ku di "Operasyona leşkerî ya DYA’yê ya li Caracasê de hejmareke mezin a kubayiyan hatine kuştin.”

(b)