Artêşa Lubnanê 35 welatiyên Sûriyeyê destgîr kirin

Artêşa Lubnanê ragihand ku di operasyonên ewlehiyê de 35 welatiyên Sûriyeyê û 9 lubnanî destgîr kirine û miqdarek çek û madeyên hişbir desteser kirine.

Artêşa Lubnanê 35 welatiyên Sûriyeyê destgîr kirin
5 ÇILE, 2026   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Lubnanê duh daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ragihand ku wê li gelek deveran operasyonên ewlehiyê li dar xistine.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku yekîneyên leşkerî bi desteka Rêveberiya Îstîxbaratê operasyonên serdegirtinê, meşandina dewriyeyan û danîna bendên ewlehiyê li herêmên Ekar, Terablus, Betrûn, Beilbek û Hermel li dar xistin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di operasyonê de 9 lubnanî û 35 welatiyên Sûriyeyê bi gumanbariya tevlêbûna sûcan, gulebaran, bikaranîna madeyên hişbirê, qaçaxçîtiya mirovan û ketina neqanûnî ya axa Lubnanê, hatine destgîrkirin.

Li gorî daxuyaniyê, miqdareke çek û madeyên hişbir ku bi wan kesan re hatin dîtin, hatine desteserkirin.

Artêşê diyarkirin ku lêpirîna bi kesên destgîrkirî re dewam dike.

(b)