Di êrişa li ser Lubnanê de karkerên sûriyeyî hatin kuştin

Artêşa Îsraîl li bajarokê Ebasiyê yê girêdayî bajarê Sûr ê Lubnanê bexçeyek bombebaran kir. Di encamê de hejmarek karkerên Sûriyeyî hatin kuştin.

Di êrişa li ser Lubnanê de karkerên sûriyeyî hatin kuştin
13 nîsan, 2026   14:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) ragihand ku artêşa Îsraîlê li bajarokê El Ebasiyê yê girêdayî bajarê Sûr ê dikevê başûrê Lubnanê, bombebaran kir. 

Li gorî heman ajansê, hejmarek karkerên sûriyeyî yên li bexçe dixebitîn hatine kuştin. Hejmara û nasnameya karkerên hatine kuştin hîna diyar nebûye.

Di êrişa roja çarşema borî de jî ji malbatekê sûriyeyî 5 kes hatibûn kuştin. 28`ê Adarê jî 7 sûriyeyî hatibûn kuştin û 8 kes  birîndar bibûn.

(np)