Di êrişa Îsraîlê ya li Lubnanê de 2 kes hatin kuştin

Di êrişeke hewayî ya artêşa Îsraîlê ya li ser bajarokê Şeba yê li başûrê Lubnanê de ji heman malbatê 2 kes hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

Di êrişa Îsraîlê ya li Lubnanê de 2 kes hatin kuştin
10 hezîran, 2025   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Netewî ya Ragihandinê ya Lubnanê ragihand ku di encama êrişa balafirên şer ên Îsraîlê de li devera Cenamê ya girêdayî bajarokê Şebayê, şivanek û kurê wî hatine kuştin û kurekî wî jî birîndar bûye.

Artêşa Îsraîlê duh li ser rêya Wadî El Numêriye-Zifta ya li başûrê Lubnanê li otomobîlek xistibû.

 Ji dema pêkanîna rêkeftina de navbera Îsraîl û Lubnanê ya di 27’ê Mijdarê de, alozî li başûr û rojhilatê Lubnanê û her wiha li taxa başûr a Beyrûtê berdewam e.