Gelê Siwêdayê ji bo diyarkirina kometîyên xwe yên nûnertiyê sibê li hev dicive

Bi armanca avakirina komîteyên siyasî û qanûnî yên ku têkiliyên gelê Siwêdayê bi desthilata Şamê re gotûbêj bike, sibê li Siwêdayê Konferansa Diyaloga Siyasî ya Sivîl a Giştî li dar dikeve.

Gelê Siwêdayê ji bo diyarkirina kometîyên xwe yên nûnertiyê sibê li hev dicive
10 hezîran, 2025   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi armanca avakirina komîteyên siyasî û qanûnî yên ji bo dan û standinên bi desthilata Şamê re ku nûnertiya xelkê Siwêdayê bike, dê sibê (11 Hezîran) Konferansa Diyaloga Siyasî ya Sivîl a Giştî li dar bikeve.

Konferans ji aliyê Komîteya Siyasî ya Giştî ya Tevgera Sivîl a Aştiyane ya Siwêdayê tê birêxistinkirin û dê saet di 11.00’an de li Navenda Çandê ya Siwêdayê dest pê bike.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyeke taybet 27’ê Gulana îsal dabûn ajansa me, hin çalakvan û siyasetmendarên xwecih û yên li dîasporayê pêşniyara lidarxistina konferansê li rêberê ruhanî yê Civaka Misilmanên Miwehidîn ên Durzî Şêx Hikmet El Hicrî kiribû. Çavkanî gotibû pêşniyar hat pêşwazîkirin û qebûlkirin.

Berpirsên birêxistinkirina konferansê diyar kiribû ku di konferansê de dê bend û daxwazên nîştimanî diyar bikin ku tevahî pêkhate jê razî bin û destekê bide îstiqrara Sûriyeyê, maf û azadiyan mîsoger bike, her wiha derfetên lihevhatina nîştimanî bi pêş bixe.

(bb)

ANHA