Di êrişa Îsraîlê de ji malbatekê 4 kes hatin kuştin, 2 zarok birîndar bûn

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Şerîdaya Rojava de ji malbatekê 4 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Di êrişa Îsraîlê de ji malbatekê 4 kes hatin kuştin, 2 zarok birîndar bûn
15 adar, 2026   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li ser bakurê Şerîdaya Rojava de, jinek, hevjînê wê û 2 zarokên wan hatin kuştin.

Heyva Sor a Filistînê jî ragihand ku tîmên wê li bajarokê Temûn ê başûrê Tobasê cenazeyên 2 kesan û 2 zarokan ji erebeyeke hatibû gulebebarandin, derxistin.

Wezaretan Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku nexweşxaneya hikumetê ya Tobasê jî cenazeyên jineke 35 salî û hevjînê wê 37 salî û du zarokên wan (5 û 7 salî) pêşwazîkir kirin. Wezaretê diyar kir ku 2 zarokên din ên her du hevjînan ku temanên wan 8 û 11 salî ne bi parçeyên guleyan birîndar bûne.

(bb)