Şerê Îsraîl-DYA'yê û Îranê di roja 16'an de ye

Îranê bi mûşekan êrişî Îsraîlê kir. Îmarat û Erebistana Siûdî ragihandin ku wan mûşek û dron asteng kirine.

Şerê Îsraîl-DYA'yê û Îranê di roja 16'an de ye
15 adar, 2026   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê di navbera Îsraîl û Amerîkayê li aliyekî û Îranê li aliyekî din ket roja xwe ya 16'an. 

ÊRIŞÊN ÎRANÊ YÊN LI SER ÎSRAÎLÊ

Îranê berbanga îro, bi mûşekan êrişeke berfireh li dijî herêmên navîn û bakurê Îsraîlê pêk anî. Ji ber êrişan dengê teqînan hatin bihîstin û tirs di nava şêniyan de çêbûn.

Hate zanîn ku mûşek li çend deverên Tel Aviv û navenda Îsraîlê hatine avêtin, di heman demê de li wargeha Avivim a li Celîleya Jorîn, Rîşon Lezîon, bakurê Şerîaya Rojava û bakurê Geliyê Urdunê sîren hatin lêxistin. Hat ragihandin ku li Tel Aviv, Benî Berak û Remla agir derketiye û artêşa Îsraîlê çavdêriya tund li ser cihên ku mûşek lê ketine ferz kir.

 Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku pêlek nû ya êrişên bi mûşekan li deverên Îsraîlê hate destpêkirin. Çavkaniyên Îsraîlê ragihandin ku Beyt Şan, Um El Fehm, herêma Emîq Hamayin, herêma Cilboa, Şerîaya Rojava û deverên Menaşe û Mecdoyê jî di nav de li gelek herêman  dengê teqîn hatine bihîstin.

LI KENDAVÊ ÊRIŞÊN DERYAYÎ

Fermandariya Navendî ya DYA’yê duh daxuyand ku di êrişa li ser Girava Hargê ya ku noqteya stratejîk a hinardekirina petrola Îranê ye, zêdetirî 90 hedefên leşkerî hatin tunekirin. Çavkaniyên îranî jî ragihand ku artêşa Amerîkayê mûşek avêtin Girava Ebû Mûsa.

Waliyê Girava Qeşimê ya nêzî têketina Tengava Hurmuzê da zanîn ku Amerîka û Îsraîlê êrişî deverên bendergehên geştiyarî û bendergehên masîgiriyê kirine.

Wezareta Parastinê ya Îmaratê ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî mûşek û dronên ku ji Îranê hatine avêtin asteng kirine.

Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî jî ragihand ku wê di çend saetên dawîn de 10 dron xistine û 6 mûşekên balîstîk ku ber bi parêzgeha Xerecê ve hatibûn avêtin, asteng kirin.

Pasdarên Îranê ragihand ku tu têkiliya wê bi êrişa li ser Erebistana Siûdî nîn e û ji Riyadê xwest ku jêdera êrişê lêkolîn bike.

(bb)